Kurdo Baksî: Tirkiye dixwaze çar parçeyên Kurdistanê dagir bike 2017-01-12 10:52:19 ENQERE - Cîgirê Parlementoya Ewropa yê Partiya Keskan ê Swêdê, nivîskar û rojnameger Kurdo Baksî têkildarî ziyareta Serokwezîr Bînalî Yildirim a Başûr, geşedanên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn de diyar kir ku Bexdayê fêhm kiriye ku tu cudahiya Erdogan û Seddam tune ye û wiha got: "Tirkiye dixwaze 4 perçeyên Kurdistanê dagirbike." Bi salan e hêzên nevneteweyî û dewleta Tirkiyeyê çar parçeyên Kurdistanê li dijî gelê kurd politîkayên şer didin meşandin û dixwazin bi vî awayî pêşiya destkeftiyên gelê kurd bigirin. Hikûmeta AK Partiyê dema ku dibîne hêzên kurd li Rojhilata Navîn pêş ve diçin hewl dide bi têkiliyên dewletên navneteweyî re pêşiya hêz û gelê kurd bigire. Cîgirê Parlementoya Ewropa yê Parktiya Keskan ê Swêdê, nivîskar û rojnameger Kurdo Baksî derbarê geşedanên Rojhilata Navîn, siyaseta Tirkiyeyê û ziyareta serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim a Başûr ji dîhaberê re axivî. Baksî, anî ziman ku dewleta Tirkiyeyê dixwaze her çar parçeyên Kurdistanê dagir bike û bi vî awayî mafên kurdan ji destê wan bigirin. ‘TIRKIYE DIXWAZE ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ DAGIR BIKE’ * Çend roj berê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim çû Iraqê û Hewlerê. Hûn vê ziyareta Yildirim çawa dinirxînin? * Çûyîna Bînalî Yildirim diyar dike ku dewleta Tirkiyeyê ketiye nav zor û zehmetiyan. Ji ber vê yekê dewleta Tirkiyeyê êrîşî her kesên dike. Dewleta Tirkiyeyê dixwaze ku her çar parçeyên Kurdistanê dagir bike û bi vî awayî dixwaze mafên kurdan bidin seknandin û pêşî li tevgera kurdan bigirin. Her wiha dewleta Tirk naxwaze hêzên xwe ji Başîkayê derxe. Mesele mesela kurdan e. Dewleta Tirk naxwaze kurd li Rojhilata Navîn pêş ve biçin. ‘ZIYARETA DEWLETA TIRK BI SER NEKET’ * Li pişt vê ziyareta Serokwezîr a Başûr çi heye û tiştên çawa derketin holê? * Dewleta Tirk bi zeyarete Bexda û Hewlerê bi ser neket. Ji ber ku Serokwezîrê Iraqê Abadî careke din got divê hêzên Tirk ji Başîka derkevin. Navbera Tirkiye û Iraqê hêj jî xirab e. Dewleta Tirk dixwaze bikeve nava platformekî sehaya Suriye û Iraqê. Îran jî wekî Tirkiyeyê dixwaze bikeve nava sehaya Iraq û Suriyeyê. Ji ber vê yekê bernameyên cuda didin pêşiya xwe û dixwazin li Başûr û Rojava axa kurdan dagir bikin. ‘TU FERQA SEDDAM Û ERDOGAN TUNE YE’ * Wekî tê zanîn di navbera Tirkiye û Iraqê de di demên borî de rageşiyek hebû. Piştî rageşiyê Serokwezîrê Tirkiyeyê Yildirim çû Iraqê hûn têkildarî vê de çi dibêjin? * Têkiliyên Iraq û Tirkiyeyê zû bi zû baş nabin. Erdogan gelek neheqiyan li serokwezîrê Iraqê dike. Divê neyê ji bîrkirin niha têkiliyên Iraq û Emerikayê xurt in, lê Têkiliyên Emerîka û Tirkiyeyê niha gelek xirab in. Sedema vê jî siyaseta Tirkiyeyê ya dagirker e. Heta ku Emerîka yan jî Trump li dijî siyaseta Enqereyê bin dê Abadî û Bexda jî li dijî siyaseta Tirkiyeyê rawestin. Bexdayê fêhm kiriye ku tu cudahiya Erdogan û Seddam tune ye. Ji ber vê yekê jî Bexda dê her tim xwe ji Erdogan dûr bigir e. ‘TIRKIYE DIXWAZE SERKEFTINÊN KURDAN JI DESTÊ WAN BIGIRE' * Ev demek dirêje di navbera Tirkiye û Rusyayê de jî rageşî hene. Lê di demên dawî de hevdîtin di navbera Serokomar Erdogan û Serok dewletê Rusyayê Putîn de tên kirin. Li gorî we planên Tirkiye û Rusyayê yên Rojhilata Navîn çine? * Rast e. Têkilyên Erdogan û Putîn baştir bûne. Lê ez ne bawerim ku ew têkilî stratejîk be. Putîn zû bi zû kesên efû nake û di dilê xwe de Putîn neyarê Tirkiyeyê. Lê Putîn dixwaze NATO û Emerîka li Rojhilata Navîn qels bike. Dewleta Tirk jî dixwaze bi alîkariya Rusyayê serkeftinên kurdan li Rojhilata Navîn bide sekinandin. Hevalbendiya Erdogan li ger Putîn tenê li ser yek babetê ye û ew jî mesela kurd e. Lê li gorî min siyaseta Rusyayê li ser pêşerojên kudan li Rojava ne diyar e. Li gorî mantiqa siyaseta niha Rusya li Rojhilata Navîn xurt bûye û Emerîka qels bûye. Di demek nêz de dê Donal Trump wekî serokdewletê Emerîka dest bi kar bike. Ez bawer nakim ku Trump Rojhilata Navîn teslîmî Putîn bike her çiqas navbera wan xweş be jî. 'KURD DI DEMEK DÎROKÎ DE DERBAS DIBIN’ * Politikayên di navbera Tikriye û Rusyayê de dê di pêşerojê de ji bo kurdan tiştekî çawa bi xwe re bîne? Bersiva vê pirsê dema ku Tramp hat ser kar mirov dikare bide. Lê niha analîzên ku ez bikim dibe ku kêmasî tê de hebin. Lê em hemû jî baş dizanin ku hêza kurd hêzekî mezin e. Ji ber vê yekê hemû dewlet dixwazin xwe bikin dostê kurdan. Kurd di demek dîrokî de derbas dibin û dê dîrok ji bo kurdan ji nû ve bê nivîsîn. ‘KURD JI BO WEKHEVIYÊ CANÊ XWE DIDIN’ * Di vê pêvajoyê de hêzên navneteweyî yên wekî Rusya û Emerîka li ser Rojhilata Navîn planan çê dikin. Di vir de ji bona kurdan çi heye çi tune ye û ji bona vê yekê divê helwesta kurdan a li hemberî van hêzan çawa be? * Dive Kurd hem bi Emerîka hem jî bi Rusyayê re têkilyên baş çêkin. Di siyasetê de sedî sed neyartî û hevaltî tune ye. Divê kurd ji bo cîhanê girîngiya xwe nîşan bidin. Mînak, cîhan ji berxwedana kurdan a li dijî DAÎŞ’ê aramtir dijî. Ger kurd li dijî terorîzma DAÎŞ û El Nusrayê ranewestiban dê terorîzmê global zehf zirar bida hemû cîhanê. Lê mixabin kurdan girîngiya xebata xwe bi rêyekî dagirtî pêşkêşî cîhanê nekir, an jî naxwaze vê xebata kurdan bibîn e. Îro kurd li Rojhilata Navîn laîqê herî mezin ên jiyanekî wekhevî, demokrat û modern in. Kurd ji bo jiyanekî wekhevî canê xwe didin û siyasetekî modern û demokrat didin meşandin. Ji ber vê yekê divê siyaseta kurdan li cîhanê zêdetir belav bibe. ‘2017 JI BO KURDAN SALEKÎ GIRÎNG E’ * Hûn sala 2017'an ji bo kurdan çawa dibînin? * Sala 2017’an ji bo kurdan salekî pir girîng e. Çi dibe bila bibe divê fikrên kurdan zirarê nedin hev. Ger kurd têkiliyên xwe germ nekin kurdên her çar parçeyên Kurdistanê di hemû beşan de dê zirarekî mezin bibînin. Ji bona vê yekê jî tişta ku dikeve ser milên rêveberên siyasetmedarên kurd ên pêşengtiya gelê kurd dikin divê bikin û gelê kurd ber bi azadiyekî mayînde ve bibin. Ferît Dere - dîhaber