Yuksekdag: Niha dema zêdebûnê ye 2017-01-13 15:19:48 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di peyama xwe ya ji bo jinan şandî de wiha got: “Ji malê heta qesrê qedera milyonan jinan didin destê zilamekê. Jin dê nebin qurbanê vê qederê. Jin dê bêjin NA û qedera xwe diyar bikin. Hina dema bi înat zêdebûnê ye.” Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ji Meclîsên jinan ên HDP’ê re peyamek şand. Yuksekdag, di peyama xwe de diyar kir ku dema hûn ji bo girtîgeha li derva azad bikin dixebitin ew jî li hundir li girtîgehan tovên azadiyê yên di berîka xwe de digerînin diçinin û wiha got: “Tevgera Jinên azad her tim di riya berxwedanê de maşiya. Em mecbûrin li dijî kesên ku li ser cihî dîlgirtinê ferz dikin riya berxwedana azadiyê xurtir bikin. Ev navenda ku mejî û ruhê me xwedî dike hişt ku em bihêz bin. Hemû seknên me yên li dijî darbeya hêza xwe ji vê navendê digire.” Yuksekdag berxwedana jina ya li dijî qanûna ku îstîsmarkarên jinan bêceza dikin silav kir û wiha pêde çû: “Vîna jinan li dijî şîdet û ferzkirinê rolê ku bêhn bi aliyê muxalif bide stendin vekir. Tevgera jinên girseyî ya li dijî Rejîma baviksalarî ku hemû qadên jiyanê yên jinan desrteser dikin û mafê jiyanê xesp dike her ku diçe diyartir dibe. Yeketiya jinan a muxalif ji civakê re riyên nû vedike. Divê ev rê bên pêşde birin û bên xurtkirin. Di şertên ku her tim qedera jinan ji bav-hevjîn re tê hiştin di şertên siyasî de jî teslîmî zilamekê tê kirin. “Ji malê heta qesrê qedera milyonan jinan didin destê zilamekê. Jin dê nebin qurbanê vê qederê. Jin dê bêjin NA û qedera xwe diyar bikin.” ‘HINA DEMA BI ÎNAT ZÊDEBÛNÊ YE’ Yuksekdag da zanîn li dijî siyaseta “zilamekê” argumana siyasî ya herî girîng demokrasiye û wiha axivî: “Di vê têkoşînê de rolek mezin dikeve ser milê jinan. Ew yek û tekparêz, em gelek û yekitîne. Em jinin cudane û birengin... em dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin. Em dikarin hemû girikên ku siyaseta zilam têde asê dimîne vekin. Ger ji bo em bi îdîa biaxivin hincetên me hebin, em ê ji danîna îdîayê ya holê jî nerevin. Hûn dizanin jinên xwedî îdîa ji aliyê siyaseta zilam ve bi ‘gelekbûn’ û ‘zêde pêşdeçûnê’ tên sûcdarkirin. Hina dema bi înat zêdebûnê ye. Em ji serî li dihî tekparêziyê natewînin û zêde dibin.”