Meyla HDP'ê mayîna li meclîsê ye 2016-11-19 10:18:17 ENQERE - HDP ku piştî girtina hevserokên giştî û parlamenteran li meclîsê xebatên xwe dan rawestandin, dê helwesta xwe ya dawî bi lijneya rêvebir re roja Duşemê diyar bike. Meyla ku heta niha di civînên dezgahên wê de derketîn, dibêjin ku divê kursiyên li meclisê vala neyên hiştin. Di operasyona ku di 4’ê Mijdarê li dijî Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) hat lidarxistin de piştî hevserokên wê û 10 parlamenter hatin girtin biryar da ku xebatên xwe yên meclîsê rawestîne û ji bo helwesta xwe ya ji bo vê mijarê diyar bike diçe cem gel. Piştî Lijneya Rêvebir a Navendî li Amedê kombû û biryarek derbasdar da, ji ber geşedanên ku çêdibin ji bo biryara xwe ya dawî bide beriya duh li Enqereyê bi PM û MYK’ê re carekdin kom bû. Di her du civînan de jî dê helwestê HDP’ê di meclîsê de çawa be bi awayekî berfireh hat nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê de nêrînên dezgahen partiyê jî hatin girtin. MEYL MAYÎNA LI MECLÎSÊ YE Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, di civînan de tê gotin ku kursiyên meclîsê li dijî zext û binpêkirinên mafan eniya gotin gotinê ye, divê ev enî heta dawiyê bê bikaranîn. Dîsa di hevdîtinên aliyên cuda de jî derdikeve holê ku hebûna HDP’ê ya li meclîsê girînge, destkeftiyeke û divê rolê xwe yê muhalefetê heta dawiyê bilîze. BIRYARA DAWÎ ROJA DUŞEMÊ YE Ji bilî meylên tên ziman jî, dê HDP biryara xwe ya dawî piştî du civînan nîqaş bike û dê roja Duşemê bi dezgahên partiya xwe re biryara dawî bide. Civînên mijara gotinê dê li Amed û Stenbolê bi hevparên HPD’ê re bê lidarxistin. Dê biryara dawî ji aliyê Berdwvkê HDP’ê Ayhan Bîlgen ve ji raya giştî re bê ragihandin. LI 50 NAVENDAN EVDÎTINA BI GEL RE Plana ku ji aliyê dezgahên partiyê ve hatiye amadekirin dê bi civînan re sînordan nemîne, Ji bo OHAL nebe rewşek rewa û ji bol i hemberî vê kampanyayek bi hêz were meşandin, hevdîtinên bi gel re bidomin û ji bo vê ligel gel nîqaş bidin dê li 50 navendan civîn bên lidarxistin. Hevdîtinên gel ên ku dê roja Duşemê li Qersê destpê bike, dê du hefteyan parlamenterên HDP’ê li Tirkiyeyê û herêmê bi gel re bê ba hev û dê ji pirsa “Em ê bi hevre çi bikin?” bersivekê bigerin. BÎLGEN: EM Ê PIRSA ‘EM Ê BI HEVRE ÇI BIKIN’ BIPIRSIN Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlge, derbarê mijarê de ev nirxandin kirin: “Wekî partiyên din em ji gel ne qutin. Meclîs ne tenê rêya têkoşînê ye. Ligel hemû astengiyan jî tişta ji destê me hat me kir û me bi gel re têkoşîn da meşandin. Lê geşedanên di demên dawî de pêktê dihêle ku em nîqaşekî taybet bidin meşandin. Ji bo wê em ê di dema pêşde pirsa parlamenter dê ‘çibikin’ pirs nekin em ê bêjin ‘em ê bi hevre çibikin.’ Em ê di meclîsê de pozîsyonek çawa bigirin û çiqas tevlî bibin biyar bidein.” Bîlgen, anî ziman ku li meclîsê hevdîtinên geşedan, zext û li aliyê din jî qanûna bingehîn û budçe tê kirin û wiha axivî: “Diviya bû me li dijî dirêjkirina OHAL’ê û bi qanûn kirina wê li meclîsê pozîsyona xwe ava bikiraba û helwesta xwe zelal bikiriba. Em ê vê jî di civînên ku dê dawiya hefteyê de em ê li darbixin bigirin dest.”