Erdogan: Li Tirkiye ewlehî û serfirazî heye 2017-01-14 16:31:49 STENBOL - Serokomar Tayyip Erdogan, diyar kir ku ji bo wan hemû tiştê mirov eleqeder dike aborî ye û wiha got: "Aboriya me pir baş e. Li ser piyan e. Ez dibêjin rîsk bidin ber çavan. Li vî welatî ewlehî û serfirazî heye. Serokomar Tayyip Erdogan di vekirina avahiya xizmeta Borsa Îstanbul de axivî. Erdogan diyar kir ku di darbeya 15'ê tîrmehêde yek ji hedefan Borsa Îstanbul bû û wiha got: "Êdî bila her kes zanibe ku Tirkiyeya berê tune ye. Gewdeyê aboriyê mezin bû. Her dem xwestin di ser borsa, dowîzê re krîza aborî pêk bînin. Êdî bila her kes zanibe Tirkiyeya berê tune ye. Divê ji bo em bibin ji 10 welatên cîhanê yê aboriya wan mezin bixebitin. Abori ne amûrên fînasê ye. Aborî mirov e. Hemû tiştên mirov eleqeder dike aborî ye. Hem ji navê xwedê re aboriya me li ser piyan e. Lê yên êrîşî aboriyê dikin ranawestin. Di demên dawi de dowîz wekî çekan bikar tînin. Li Tirkiye ewlehî heye. Serfirazî heye. Îro li Tirkiye pêdivî bi karsazên ku ji bo razemeniyê rîskê bidin ber çavan heye. Rîsk bidin ber çavan li vî welatî aramî û serfirazi heye.