Madeya têkildarî sererastkirina dadgehan hat qebûlkirin 2017-01-14 22:53:41 ENQERE - Di pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn de, madeya 13'emîn a sererastkirinên dadgehan di xwe de dihebîne bi 343 dengan hat qebûlkirin. Dengdayîna nepen a madeya 13'emîn a guherandina Qanûna Bingehîn, bêyî HDP a ku ji bo rojekê biryara nebeşdarbûna hevdîtinan da pêk hat. Made bi 343 dengî hat qebûlkirin. Encamên dengdayîna madeya 13'emîn wiha ne: Erê: 343 Na:133 Vala: 2 Nederbasbar: 1 Bêlayan: 2 MADEYA 12'EMÎN HAT QEBÛLKIRIN Di pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn de, hevdîtinên madeya 12'emîn a rayeya sererastkirinên "OHAL û îlankirina rewşa şer" dispêre Serokomar bi dawî bûn. Dengdayîna nepen a madeya 12'emîn a guherandina Qanûna Bingehîn, bêyî HDP a ku ji bo rojekê biryara nebeşdarbûna hevdîtinan da pêk hat. Di dengdayînê de sererastkirin bi 344 dengî hat qebûlkirin. Encama Dengdayînê wiha ye: Erê: 344 Na:133 Vala: 2 Bêlayan: 3