HDP vekişiya, Meclîsê biryara dengdayîna hemû madeyan da 2017-01-15 00:26:40 ENQERE - Di hevdîtinên guherandinên Qanûna Bingehên ên ku HDP ji bo rojekê jê vekişyabûn, biryar hat dayîn ku dê dengdayîna 4 madeyên mayî jî îşev heta sibehê pêk bê û tûra yekemîn a dengdayînê bê temamkirin. Piştî HDP ji bo rojekê ji hevdîtinên guherandina Qanûna Bingehîn vekişiya, di pevcivîna îro ya hevdîtinan de hatibû plankirin ku dê dengdayîna 3 madeyan pêk bê. Lê belê, berî dengdayîna madeya 14'emîn pêk bê biryar hat dayîn ku, dê dengdayîna hemû madeyên mayîn jî îro heta serê sibê pêk bên û tûra yekemîn a dengdayînê bê temamkirin.