Çîftyurek: Ger aqil yek be pirsgirêk namînin 2017-01-15 08:21:14 ENQERE - Serokê Giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek bal kişand ser girîngiya Kongereya Netewî ya Kurd û diyar kir ku dem dema xwedî derketina her çar parçeyên Kurdistanê ye. Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîst (OSP) Sînan Çîftyurek, li ser girîngiya Kongreya Netewî ya Kurd û geşedanên dawî ji dihaberê re axivî û diyar kir ku di vê serdemê de kurd pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. Çîftyurek bi lêv kir ku çawa desthilatdaran ji bo berjewendiyên xwe Kurdistan kirin çar perçe, îro dixwazin mejiyê kurdan jî bikin çar perçe. Çîftyurek anî ziman ku ji bo ku mejiyê kurdan nebe çar perçe pêwiste hemû partî û rêxistinên kurd bibin yek û derfetê nedin kesên dixwazin mejiyê kurdan perçe bikin. ‘GER AQIL YEK BE PIRSGIRÊK NAMÎNIN’ Çîftyurek, der barê yekîtîyê jî destnîşan kir ku ger aqil yek be tu pirsgirêk li holê namînin û wiha axivî: “Bi salan e gelê kurd bi her awayî tekoşîna azadiyê dide meşandin. Di vê pêvajoyê de gelek bedel hatin dayîn, lê encama van bedelan dê bibe sedema azadiya gelê kurd. Ji ber vê yekêl jî êdî dem dema yekitiyek xurt e. Ger em partî, rêxistinên kurd bibin yek em ê welatê xwe azad bikin. ji bona vê yekê jî divê em aqilekî hevpar ava bikin. Pêwiste ku em berjewendiyên gelê kurd bifikirin û li gorî vê tevbigerin.” ‘DIVÊ GAVÊN HEVPAR BÊN AVÊTIN’ Çîftyurek, li ser girîngiya Kongreya Netewî û helwesta partiyên her çar parçeyên Kurdistanê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Kongreya Netewî ya Kurd 30 sal in di rojeva kurdan de ye. Em jî wekî her kesê piştgiriyê didin Kongreya Netewî. Niha li Baûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê kurd wekî statû dijîn. Li Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê jî berxwedana gelê kurd dê bi xwe re azadiyek mayînde bîne. Lê pêwiste ku her çar parçeyên Kurdistanê yekitiyek xurt bê avakirin û her çar parçeyên Kurdistanê ji bo gelê kurd gavên hevpar bên avêtin.” ‘DÊ KONGREYA NETEWÎ JI BO ROJHILATA NAVÎN BIBE SEDEMA JIYANEKÎ ARAM’ Çîftyurek destnîşan kir ku di vê sedemê de ji bo kurdan derfetên baş derketine holê û axaftina xwe wiha domand: “Ev nêzî 2 salan e şerekî taybet li dijî gelê kurd tê meşandin. Lê di vê pêvajoya şer de gelê kurd yekitiya xwe nîşanî hemû cîhanê da. Ji ber vê yekê jî divê êdî gelê siyaseta kurd, rêxistin û partiyên kurd bibin yek û ev derfeta ku ketiye destê wan de bi kar bînin. Ger Kongreya Netewî pêk bê dê bê dîtin ku yekitiya kurd dê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bibe sedema jiyanekî aram.” ‘DIVÊ EM FIRSETÊ NEDIN NEYAR AN’ Çîftyurek da zanîn ku ji bo Kongreya Netewî astengî jî hene û wiha pêde çû: “Dibe ku TEV-DEM û ENKS nakokiyên di nav xwe de bi rêya aştiyê çareser bikin. Ev yek ji bo Kongreya Netewî astengiyan derdixe.Niha di navbera hikûmeta Kurdistana Başûr û PKK’ê de têkilyên baş tên kirin. Em ji van têkilyan gelek kêfxweş in.Ev têkilî ji bo Kongreya Netewî gavekî pir baş e û astengiyên ji bo Kongreya Netewî ji holê tên rakirin. Bi salan e li dijî siyaseta gelê kurd lîstik tên lîstin û divê em firsetê nedin neyaran ku ji bo azadiya gelê kurd astengiya der bixin. Ji ber vê yekê jî divê em partî û pêşengên siyaseta kurd yekitiya xwe bi her awayî ava bikin.” ‘DESTHILATDAR DIXWAZIN MEJIYÊ ME PERÇE BIKIN’ Çîftyurek got ku desthilatdar dixwazin wekî Kurdistanê mejiyê wan jî bikin çar perçe û ev tişt anîn ziman: “Desthilatdaran ji bo berjewendiyên xwe Kurdistan kirin çar perçe. Roja me ya îro jî desthilatdar dixwazin mejiyê me jî bikin çar perçe. Divê ku em derfetê nedin tu kes li mejiyê me bilîz e. Ger mejiyê me jî perçe bibe dê trajediyekî mezin derbikeve holê. Em hemû baş dizanin ku gelek dewlet serkeftinên gelê kurd nerihet dibin. Lê gelê kurd û siyaseta kurd xurt e û siyaseta kurd bibe yek dê hemû nakokiyan bi awayekî serkeftî derbas bike.” ‘ROJ ROJA YEKITIYÊ YE’ Çîftyurek bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ger Kongreya Netewî li ser her çar parçeyên Kurdistanê pêk were, rêxistin û partiyên me bên cem hew dê demokrasiyê jî bi xwe re bînin. Êdî hêza siyaseta kurd ji aliyê hemû cîhanê ve tê pejirandin û naskirin. Pêwiste em têkiliyên xwe bi hew re xurt bikin. Kongreya Netewî dê ji bo pêşeroja siyaseta kurd bibe gavek girîng. Ez careke din dibêjim derfetên ku ketin destê me divê em ji bo berjewendiyên gelê xwe pêk bînin. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê roja yekitiyê ye. Em ê dest bidin hew û ji bo pêşeroja gelê xwe biryarên azadiyê bidin.” Ferît Dere - Dîhaber