‘Ji sedî 80 alîgirên MHP’ê dê bêjin Na’ 2017-01-17 11:08:39 ENQERE - Nivîskarê Rojnameya Yenîçag û Endamên Zanîngeha Gaziyê Haydar Çakmak ku nêz MHP’ê ye diyar kir ku agahiya gel ji tiştên ku tên jiyîn tune ye lê ger qanûna bingehîn biçe referandumê dê ji sedî 80 alîgirên MHP’ê ji guhertinan re bêjin “Na”. Guhetinên qanûna bingehîn ku ji aliyê AK Partî û MHP’ê ve hat madekirin û ji TBMM’ê re hat pêşkêşkirin, di dengdana tura yekemîn de hat qebûlkirin û nîqaş berdewam dikin. Derbarê guhertinên ku bi tayber alîgirên MHP’ê rihetsiz dike de Nivîskarê Rojnameya Yenîçag û Endamên Zanîngeha Gaziyê Haydar Çakmak nirxandin kirin. Çakmak, da zanîn ku ew piştgiriya MHP’ê ya ji bo vê guhertina qanûna bingehîn fêm nake û wiha got: “Ev guhertin li dijî felsefeya bingehîn a MHP’ê ye. Beriya niha rêveberiya MHP’ê gotibû ku li dijî vê guhertinê ne. Lê piştre çi bû nizanim piştgirî dan guhertinana. Gotinên ku ji bo Bahçelî û koma wî ‘serokatiya giştî ya partiyê rizgar bike’ li AK Partiyê re bazarek kiriye derdikevin holê. Lê ev gotin rast bin jî derew bin jî di encamê de rastiyek li holê ye, MHP piştgiriyê dide sererastkirine ku li dijî felsefa wane.” 'DI MHP’Ê DE TEVLIHEVIYEK TÊ JIYÎN’ Çakmak, da xuyakirin ku gelek alîgirên MHP’ê ji ber piştgiriya guhertinan rihetsiz bûne û wiha pêde çû: “Bi taybet alîgirên MHP’ê yên xwedî ji vê rewşê acizin. Dihizirin ku li bin vê lîstîkek heye. Lê hinek alîgirên MHP’ê jî dibênin ‘soz soze’, di demek kin de em ê bibînin ka kî de qezenc bike. Di hewlesta MHP’ê de hêjî agahiya endamên partiyê jî jê tuneye. Ez dihizirim ku yên herî nêzîk jî nizanin ka Bahçelî çi dike. Di MHP’ê de tevlîheviyek tê jiyîn. Hêjî hêvî heye ku MHP di tura duyem de ji vê rewşê re bêje êdî bese. Tu garantiya ku dê MHP heta dawiyê piştgiriyê bidin guhertinan. AKP jî vê dizane û ni hesas tevdigere.” 'WEKÎ WELATPARÊZEKÊ EZ JÎ LI DIJÎ ME’ Çakmak, bi lêv kir ku agahiya gel ji tiştên ku tên jiyîn tune ye û wiha axivî: “Ez dixwazim aliyên muxalefet bibin yek û gel agahdar bikin. Di vê mijarê de piranî kar dikeve ser milê CHP’ê lê ew jî diçin bi alîgirên xwe re dicivin. Em ji ber sererastkirinan bi fikarin. Ez wekî welatparêzekî li dijî fazîşmê li dijî sererastkirinanim. Ger pêşnûme bi vî halî biçe referandumê dê ji sedî 80 alîgirên MHP’ê bêjin Na.”