‘Qeyûm bîra civakê ji holê radikin' 2017-01-18 09:26:59 AMED - Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Mehemt Arslan balê kişand ser biryaraên qeyûman û diyar kir ku, biryarên ew digirin nayên qebûlkirin û dest nîşan kir ku, bi vî awayî dixwazin bîra civakiyî û nirxên li herêmê ji holê rabikin. Ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevseroka Giştî Sebahat Tuncel jî di nav de 4 hezar û 130 xebatkar, endam û rêveberên wê girtî ne. Ji vana girtî 74 hevşaredar û her wiha 62 şaredariyên wê jî bi tayînkirinên qeyûman hatine desteserkirin. Demokratik Bölgeler Partisi’nin (DBP) Eş Genel Başkanı Sebahat Tuncel başta olmak üzere, üye, yönetici, belediye eşbaşkanlarının da bulunduğu 4 bin 130 çalışanı tutuklu bulunuyor. Sadece bir buçuk yılda bu kadar DBP’li tutuklanırken, 10 bine yakın isim de gözaltına alındı. Piştî qeyûm hatine tayînkirin heta niha, gelek biryar girtine û ev biryarên wan rastî bertekan tên. Qeyûmên hatine tayînkirin; tabeleyên şaredariyan ên pirzimanî, peyker, Peykerê Robskiyê rakirin, xebatên jinan û yên çandî dan rawestandin û her wiha gelek karker jî ji kar derxistin. Ev hemû biryara di nazara civakê de rastî bertekan tê û li ser vê Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Mehemt Arslan jî got, tiştên diqewimin qethiyen nayên qebûlkirin û ew ê li dijî van sepandinan rawestin. ‘KESÊN DI HILBIJARTINAN BI DEST NEXIST QEYÛM TAYÎN KIRIN' Arslan anî ziman ku, li herêmê AKP tayînkirina qeyûman didomîne û dest nîşan kir ku, îktîdara ku bi hilbijartinê bi dest nexist, niha bi rêya qeyûman, bi darê zorê, bi derhuqûqiyan dixwaze bi dest bixe. Arslan wiha axivî: "Qeyûmên tayînî şaredariyên me hatine kirin, ji roja hatine ser kar heta niha îcreatên wan ên ewil ew e ku, jiholêrakirin û astengkirina xebatên jinan û çandê ye. Ji bo nirxên manewî yên Kurdistanê ji holê rabikin tevdigerin. Ev li dijî nirxên civakî û çandî yên Kurdistanê êrîş e. Ev rewş qethiyen nayê qebûlkirin." XEBATÊN JINAN HEDEF DIGIRIN Arslan wiha axivî: “Qeyûmên AKP'ê li herêmê ewil xebatên jinan radiwestînin. Ev jî ne bes e, mêran tayînnî gerînendetiyên polîtîkayên jinan dike. Em dizanin bi van nêzîkatiyan dixwazin rê li pêşiya jinê bigirin. Xebatên qeyûman malaştina bîra civakiyî ya paşerojê ye, astengkirina wê ye. Rakirina tabelayan, rakirina peykeran, astengkirina xebatên çandî, derxistina ji kar a karekeran, hedefgirtina xebatên jinan ev hemû tê wateya êrîşa li dijî nirxên hevpar ên gel. Em vana qethiyen qebûl nakin. Ji em rê li vana bigirin, em ê bêtir bitêkoşin. Dê gelê me jî van sepandinan qebûl neke."