DBP: Wisa be bila li herêmê jî dawî li rêveberiya duserî bînin 2017-01-19 09:11:18 ENQERE - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek guherînên Qanûna Bingehîn nirxandin û bi bîr xist ku AKP'î pêşniyarê "Di rêveberiyê de em dawî li reveberiya duserî tînin" diparêzin û wiha got: "Wê demê bila di rêvebirina herêmî de jî dawî li pergala rêveberiya duserî bînin, bila walî ji dewrê derkeve û bila kesên hilbijartî rêvebirina mehelî bi rê ve bibin." Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek hevdîtinên Qanûna Bingehîn, geşedanên herêmî û yekîtiya navbera kurdan ji bo dîhaberê nirxandin. Yuksek diyar kir ku, ew ê di mijara hevdîtinên Qanûna Bingehîn de bi tevgerîneke rûberî tevbigerin, çimkî sererastkirin ji dêvla çareserkirina pirgirêkan, potansiyela hilberandina pirsgirêkan di xwe de dihebîne. 'BILA EV PÊŞNIYAR BI PAŞ VE BÊ KIŞANDIN' Yuksek, di mijara guherandina Qanûna Bingehîn û pêvajoya referamdûmê ji bo pêşeroja Tirkiyeyê mijareke girîng e û wiha got: "Dê li Tirkiyeyê pergaleke çawa bê avakirin, ev me hemûyan eleqedar dike. Ji ber vê ye ku, em ji nêz ve geşedanên di vî warî de û pêşnûmaya ku tînin dişopînin. Me di demeke kurt de bangewaziyek kir. Hevdîtinên Qanûna Bingehîn rawestînin, bila guherîna Qanûna Bingehîn a heyî bi paş ve bê kişandin, heke hûn bi me, HDP û muxalifên din re hevdîtinan pêk bînin û çarçoeveyeke hevpar a çareserkirina pirgirêkan derxînin, em piştevaniya vê bikin." 'NE EW PÊŞNIYARA KU PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKE Yuksek, li ser derbaskirina pêşniyarnameyê jî rawestiya û wiha axivî: "Wisa dixuyê dê AKP sererastkirinê bi paş ve nekêşe. Em ê jî êdî heke referandûm pêk bê, li gor wê nîqaşên xwe bikin. Em amadekariyên xwe dikin. Ev ne ew pêşniyar e ku li fêda Tirkiyeyê be. Pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûneke bingehîn anû heye, lê pêdivî bi pergaleke demokratîk heye. Em li navên wê naaliqin, lê ya girîng ew e ku, dê pirgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike yan na. Dema em ji vir lê dinihêrin, wisa dixuyê ku, dê nebe pergaleke ku pirsgirêkan çareser bike. Pergaleke ku hemû înîsiyatîfê, rayeyê li ber destekî berhev dike, navendî dike dê nebe pergaleke serkeftî. Dê nebe pergaleke ku pirsgirêkan çareser bike." LI HERÊMÊ DUSERIYÊ RAKIN' Yuksek, li ser pergala rêveberiyên herêmî jî rawestiya û got: "Ev pergal tenê rêveberiya navendî pênase nake. Diyar dike ku dê li ser rêveberiya navendî kî hebe û dê rayeya wî çi be. Ji bilî vê, dê li tevahiya welat pergala rêveberiyê çawa be. Wek hûn dizanin dema serokwezîr li Meclîsê ev pergal parast, got durêvebiriyî problem e, got nebaş e. Baş e, lê dê li meheliyê, li bajarn çawa be. Li bajaran hem walî heye, hem jî şaredar hene. Ev dê çawa be, têkildarî vê tiştek heye yan na. Bi ser de, walî tayînkirî ye, şaredar hilbijartî ye û hûn niha wan hilbijartiyan digirin û li şûna wan kesên tayînkirî wezîfedar dikin!" 'WERIN EM NAVEKÎ LI VÎ KARÎ BIKIN' Yuksek, xwest rêveberiyên herêmî yên wekî walî, şaredar, qaymeqam, ku rêveberiya duserî ne xwest bi hilbijartinê bên diyarkirin û wiha berdewam kir: "Mînak, em di van mijaran de xwedî pêşniyarên şênber in. Divê demokrasiya mehelî esas bê girtin. Em li bajarn walîtiyan rabikin. Bila bi hilbijartinê were ser kar, bila şaredar wî bajarî bi rê ve bibe, bila meclîsa şaredariyê bi rê ve bibe. Em hemû rayeyê bidin wir. Em rayeyên navendî jî, li gor pêdiviyan qismekî jê li bajaran, şaredariyan an jî em ji nû ve pênase bikin. Em walî û meclîsa giştî ya bajêr, şaredar û meclîsa şaredariyê ji nû ve bikin mijara nîqaşan û bila bibe meclîsek tenê. Heke bivê em ji nû ve navekî lê bikin. Di mijara nav de problem tune ye, lê ev hemû tune ne yanî di nav vê pergalê de. Ji ber vê, rewşeke me yî ku em piştevaniya wê bikin tune ye. Û qenaeta me ew e ku dê piraniya civaka Tirkiyeyê piştevaniya wê neke. Dê vê tesdîq neke û dê di referandûmê re derbas nebe." 'CHP LI DIJÎ AKP'Ê MUXALEFETÊ NAKE' Yuksek, nêzîkatiya CHP'ê jî rexne kir û wiha lê zêde kir: "Daxuyaniyên CHP'ê yên 'dê bi vê guherînê re xweserî bê' dûrî rastiyê ne û bi ser de ev nêzîkatî bi kêrî AKP'ê tê. CHP, heta niha muxalefeteke ku bi kêrî AKP'ê tê kiriye. Yanî heke di referandûmê de îhtimala ku AKP bi ser keve, îhtimala windakirina muxalefetê hebe dê ew jî ji ber CHP'ê be. Ji dêvla çareseriya pirsgirêka kurd biparêze, doz lê vekir. Pişt re şer û pevçûn dest pê kirin. CHP ji dêvla pozîsyoneke li dijî şer bigire, çû ji AKP'ê re got te çi bivê em ê bidin te. Paşê mijara rakirina destnedayînan ket rojevê û AKP di wê weziyetê de bû ku dê bi tena serê xwe nikaribûna rabike, lê CHP bi hawariya wê de çû û bi Qanûna Bingehîn destnedayîn rakirin. Îro musebîbî girtina parlementerên HDP'ê CHP ye. Nizanim dê AKP xweseriyê bîne, dê pergala serokatiyê Tirkiyeyê dabeş bike... ji bo dengê derdorên netewperest bigre bi argumana propagandayeke sêwîrîne tevdiger. Yanî di pêşniyara AKP'ê de, di kuderê wê de tiştekî têkidlarî xweseriyê heye. Di kuderê wê de beşeke ku demokrasiya mehelî, nîşan dide heye." EV VEGOTIN DÊ SERÊ KURDAN TEVLÎHEV BIKE Yuksek, anî ziman ku daxuyaniyên CHP'ê dê di serê mirovan de tevlîheviyê çêkin Yanî dê mirov bibêjin gelo qey madeyeke veşartî heye. Mesela em vê jî dibihîsin. Bi taybetî li metrepolên rojavayê û bajarên Kurdistanê parlementerên AKP'î û rêveberên AKP'î bi tarzê ku CHP îdia dike dest bi propagandayê kirine. Halbûkî heman hikûmet, bi hezaran mirovên ku daxwaza xweseriyê kirin girtin. Yanî heke rastiya rûxandin û şewitandina bajaran li holê be, dema mirov mirinên li wan deran bifikire parastina îdiayeke ku niyeteke AKP'ê ya wisa heye şaş û çewt e. GIRTIN TÊKILDARÎ PÊVAJOYA REFERANDÛMÊ NE Sedema qismek girtinan jî têkidlarî pêvajoya referandûmê ye. Dixwazin kesekî li dijî pêşnûmaya AKP'ê muxalefetê bike nemîne. Hevseroka me Sebahat Tuncel hat girtin. Her du Hevserokên HDP'ê hatin girtin. Parlementer hatin girtin.74 hevşaredarên me girtîne. Ji ber vê, em dizanin ne pêvajoyeke hêsan e. Lê em ew partiya siyasî ne ku hêza xwe ji gel werdigirin. Helbet em ê wê hêza çalak a ku pê têkoşîna xwe bidin meşandin zevt bikin û bi pêş ve bixin. Niha li bajar û navçeyan em li şûna hevalên xwe yên hatien girtin ji nû ve rêveberiyên xwe çêdikin. Em rêveberiyên xwe yên navendî, Navenda Giştî ya DBP'ê, MYK'ya navendî ya partiyê didin ser hev. Hefta borî gelek xebat hatin kirin. Xebatên malan, taxan, civîn hatin çêkirin. Hewldaneke dubare xwe gihandina civakê heye. Em amadekariyên vê pêvajoyê dikin. Em pêvajoya kampanyayê jî di vê çarçoveyê de dinirxînin. Niha em tevî HDP'ê nîqaşên wê dikin. Amadekarî dest pê kirin. Lê kêm zêde diyar e dê di Meclîsê re derbas bibe." SIBÊ: Di mijara yekîtiya netewî de kurd bi pêş ve diçin Kenan Kirkaya/Selman Gozelyuz - Dîhaber