'Rizgariya gelê kurd bi yekîtiya netewî pêkan e' 2017-01-19 09:16:15 MÊRSÎN – Endamê Lijneya Rêveberiya PDK-S'yê Ali Al Muslem balê kişand ser nîqaşên Yekîtiya Netewî ya Kurd û anî ziman ku, heke vîneke derkeve holê dê Yekîtiya Netewî ya Kurd pêk bê. Xwediyê Weşanxaneya Komalê ya di salê 90'î de fealiyetên xwe dimeşandin Huseyin Avci jî got, rizgariya gelê kurd bi yekîtiya netewî pêkan e. Nîqaşên ji bo pêkanîna yekîtiya netewî ya gelê kurd didomin. Endamê Lijneya Rêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriyeyê Ali Al Muslem diyar kir ku, Yekîtiya Netewî ya Kurd ji bo gelê kurd tiştekî bivênevê ye û wiha axivî: "Wek tê zanîn, dijmin welatê me dabeşî çar perçeyan kiriye. Û ev dabeşkirin bi xwe re gelek zehmetî anîn. Divê stratejiya her perçeyî hebe. Em wisa lê dinihêrin. Em bi hêvî ne ku, ji bo Kurdistana Rojavayê jî, bername û planeke wê perçeyê hebe. Divê gelê kurd ên li wan perçeyan dijîn biryara xwe bidin. Dîsa em dibêjin, ev pêvajoyeke pir zehmet e. Lê belê, yekîtiya netewî wisa em bêjin hema bila pêk bê pêk nayê. Zehmetiyên wê hene. Lê belê, li gel van zehmetiyan jî divê yekîtiya netewî pêk bê." ‘HEKE VÎNEKE DERKEVE HOLÊ DÊ YEKÎTÎ PÊK BÊ' Muslem anî ziman ku, Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî di warê pêkanîna yekîtiya netewî ya kurdan de dikare rol û ristekî diyarker bide nîşan dan û got, li gel hemû zor û zehmetiyan jî, heke vîneke derkeve holê dê Kongreya Netewî ya Kurd pêk bê. Muslem anî ziman ku, yekîtî tê wateya hêzê û wiha domand: "her perçe nikare bi tena serê xwe vê pêk bîne. A rast her perçe di nav xwe de rastî prisgirêkên xwe tê. Tirk dixwazin kurdan bikin tirk, ereb dixwazin kurdan bikin ereb, faris dixwazin kurdan bikin faris. Lê belê di warê aborî de, petrol, gaz, dewlemendiyên sererd û binerdê yên kurdan hene. Ev destkeftiyên kurdan, ji bo pêşeroja wan nîşaneya îstikrarê ye. Û divê vê baş bizanibin." ‘RIZGARIYA GELEÊ KURD BI YEKÎTIYA NETEWÎ PÊKAN E' Xwediyê Weşanxaneya Komalê ya di salê 90'î de fealiyetên xwe dimeşandin Huseyin Avci jî got, pêdiviya gelê kurd bi yekîtiya netewî heye. Avci anî ziman ku, wek 4 perçeyan dabeşkirina erdnîgariya kurdan dagirkerî zêde kiriye û wiha axivî: "Heke ev perçebûyîna me bidome, dê asta me ya dagiriyê bidome. Madem dabeşkirina me em dagirkirin, ewçax divê em bigihên hev û serxwebûna welatê xwe îlan bikin. Bi mantiqa bila biçûka be lê ya min be, em negihan hev û heke wisa bidome dê asta me ya dagiriyê bidome. Em dikarin hev rexne bikin û lêpirsînan bikin, lê divê em bi hev re tevbigerin. Rizgariya gelê kurd bi yekîtiya netewî pêkan e."