Bîlgen: Rêya pêşxistina aştiyê diyalog e 2017-01-19 12:26:08 ÎZMÎR - Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, diyar kir ku dawiya dawî dê bên ser rêya Birêz Ocalan a ku der barê qanûna bingehîn de hişyar kiribû û wiha got: “Riya herî rast a xwe gihandina aştiyê avakirina bingeha diyalogê yê. Hemû cîhan û Tirkiye jî vê dizane.” Hevdîtinên qanûna bingehîn, bi nîşanên pêkneanîna hevdîtina parêzer û malbatê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, operasyonên girtinê yên li dijî aliyên muxalifê didome. Berdevkê HDP’ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen, geşedanên dawî yên li welat nirxand. Bîlgen, diyar kir ku dê xebatên pêşnûmeya qanûna bingehîn zêdetir bibe û wiha got: “Ger dertekê Tirkiyeyê yê ketina nava şerê navxweyî tune be, dawiya dawî dê bên ser rêya Birêz Ocalan a ku der barê qanûna bingehîn de hişyar kiribû. Divê ev jî wekî peymana civakê ya ku avakirna vînek nû bê hesibandin. Divê geşedanên rojane, guhertinên li cîhanê, bêmafiyên beriya 100 salan hatine kirin ji holê bên rakirin û divê pêvajoyek cidî ya qanûna bingehîn bê destpêkirin.” Bîlgen, da zanîn AK Partî li ser parlamenterên girtî ‘şantaja siyastê’ pêk tîne û wiha pêde çû: “Erdogan bi salane di her platformê de bi ‘serokatiyê’ radibe û rûdine. Ji ber wê ev pêşnûme ne şaşwaze. Derbarê parlamenterên me de helwesta bi plankirî tê fêmkirin. Ji ber ku siyaseta rêvebirina AKP’ê wiha ye; Tiştekê winda bike û dema te dît keyfxweş bibe. Siyaseta rehîne girtinê pêk tîne. Parlamenterên AKP û MHP’ê di mijara gotina ‘Erê’ de pirsgirêkan dijîn. Ji ber vê AKP bi saiyaseta qirêj li Meclîsê hevdîtinên veşartî pêk tîne. Divê parlamenterên HDP’ê bêyî nîqaşkirinê bên berdan. Berdana parlamenter û hevserokên me ne mezinatiye û ev ne lutfeke. Ev ji holê rakirina bêmafiyê ye.” Bîlgen, da xuyakirin ku ew ji vir meydane dixwînin û wiha domand: “Ger hûn di siyasetê de pêşbirkekê digirin berçavan, mafê parlamenterên me jî heye ku bikevin vê kampanyayê û ev peywira wane. Ger wêrekiya wan hebe dê vê îmkanê bidin me. Tu aliyên ku ji aliyekê hemû parlamenterên wan bigire û bêjî pêşbirka demokrasiyê ya baweriyê tune ye. Ne raste ku mirov bêjê ji vê dê vîna gel û vîna neteweyî derbikeve.” 'TU RIYEK DIN A DERKETINÊ TUNE YE’ Bîlgen, destnîşan kirin ku ger qanûna bingehîn ji meclîsê derbas bibe dê vîna gel bikeve dewrê û wiha axivî: “Gel di vê mijarê de çiqas hestiyar be, çiqas net be dê Erdogan û alîgirên wî jî fêm bikin ku çareseriya pirsgirêkê di riya qanûna bingehîn a demokratîk re derbas dibe. Riyek din tune ye. Ger dawiya dawî dê biçin vê riyê divê lez bikin û hewcedariya wê kirin peywira siyasetê ye. berpirsyariya saziya siyasetê ya li dijî gele. Riya çûyîna qanûna bingehîn a demokratî û aştiyan di Îmraliyê re derbas dibe. Her çiqas Birêz Ocalan bê tecrîdkirin jî hişyariyên berê kirine hatine qeydkirin. Her çiqas naxwazin van hişyariyan bînin bîra civakê jî, di rastiyê de riya rast a xwe gihandina aştiyê di avakirina bingeha diyalogê re derbas dibe, cîhan hemû û Tirkiye vê dizane.”