Bîlançoya 161 rojên OHAL'ê dehqatî 12'ê Îlonê ye 2017-01-22 10:44:22 ENQERE - Tirkiye ku di 2015'an de li gorî Endeksê Demokrasiyê ya Cîhanê di nava 167 welatan de di rêza 97’an de bû, piştî hewldana darbeyê bêtir daket. Li gorî raporên parazvanên mafên mirovan ên hatin amadekirin Tirkiye di 161 rojên OHAL'ê de 10 qet darbeya 12'ê Îlona 1980'an zêde kir. Di serdema îktîtara AK Partiyê ya 2002 -2016'an de binpêkirina mafan gelek pêş ket. Li gorî dane û îstatistikên hatin amadekirin di milê mafê mirovan, hiqûq, demokrasî û mafên jinê de azadiya mafan hat bisînorkirin. Di îstatîstîk û endeksa demokrasiyê ya cîhanê de Tirkiye bêtir paşve ketiye. Dirkiye li gorî 167 welatên cîhanê di rêza 97'an de cih digire. Bi taybetî piştî darbeya 15'ê Tîrmehê û îlana OHAL'ê Tirkiye di milê mafên mirovan û demokrasiyê de bêtir paşve ket. Li gorî daneyen 161 rojên OHAL'ê Tirkiye 10 qat darbeya 12'ê Îlonê derbas kir. Li Tirkiye di serdema darbeya 12'ê Îlona 1980'an de 3 hezar û 854 mamoste 120 akademisyen û 47 dadger ji peyvirê hatin îxrackirin. 31 rojnameger hatin girtin. Di 2016'an de piştî AK Partiyê OHAL îlan kir û şûnde di nava 161 rojan de 30 hezar û 470 mamoste, 3 hezar û 957 akademisyen û 3 hezar 470 dadger û dozger ji peyvirê hatin îxrackirin. Di 161 rojan de 119 rojnameger hatin girtin. Di dema darbeya 12'ê Îlonê de li gorî xala 1402'an 9 hezar û 400 kedkarên cemaweriyê ji peyvirê hatin girtin, di serdema OHAL'ê de bi biryarên KHK'ê 100 hezar mirov bi îdîaya "Tekiliya wan bi terorê re heye" ji peyvirê hatin dûrxistin. Di serdema darbeya 12'ê îlonê de Şaxa Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS) ya Enqere di 9'ê Kanûna 1980'an de hat girtin. Li Stenbolê ji 8 rojnameyan Rojnameya Milli Gazete car caran bi giştî 72 rojan, Cumhuriyet car caran bi giştî 41 rojan, Tercuman ducaran bi giştî 29 rojan, Gunaydın ducaran bi giştî 17 rojan, Guneş û Milliyet carekê bi giştî her yek 10 rojan, Tan carekê 9 rojan, Hurriyet 2 caran bi giştî hefteyekî, bi giştî 41 caran hatin komkirin. Hin rojname firotina wan hatin qedexekirin. Ji aliyê lijnewa wezîran ve 927 qedexeyên weşanê hatin îlankirin. Li rojnameger, nivîskar, wergêr û hunermendan bi giştî 316 sal û 4 meh û 20 roj ceza hat dayîn. Di serdema OHAL'ê de jî rojname, kovar, tv ajans jî di navde 170 weşan hatin girtin. Di serdema OHAL'ê de 777 kartên zer ên rojnamegeran hatin betalkirin û 2 hezar û 500 xebatkarên ji har hatin dûrxistin. Di 14 salên serdema AK Partiyê de zêdeyî 10 hezar xebatkarên çapemeniyê betal man. DI 14 SALAN DE BÊTIR XERA BÛ Li gorî daneyên parazvanên mafên mirovan ên 2002-2016'an binpêkirina mafên mirovan wiha ye: * Di navbera salên 2010- 2015'an de cînayetên faîl nediyar; 432 kes bûn. Li meclîsê daxwaznameya lêkolînê 21 caran ji aliyê AK Partiyê ve hat redkirin. * Di sala 2002’an de hêjmara girtiyan 59 hezar bû, lê di sala 2016'an de hêjmara girtiyan gihişt 197 hezar û 297’an. Di vê demê de hêjmara nifûsa Tirkiye ji sedî 13,8 zêde bû, hêjmara girtiyan jî ji sedî 231,9 zêde bû. * Di navbera salên 2000-2007'an serdema Serokomar Ahmet Necdet Sezer de li 26 kesan doza heqareta li Serokomar hat vekirin. Di serdema Serokomar Abdullah Gul de li 139 kesan doza heqaretê hat vekirin û di navbera salên 2014-2015'an serdema Serokomar Erdogan de li hezar û 845 kesan bi îdîaya "Heqaret li serokomor kirine" doz hat vekirin. * Li gorî Endeksa Serdestiya Hiqûqê ya Cîhanê Tirkiye ji nava 113 welatan di rêza 99’an de cih digirt. Di serdema îktîdara Ak Partiyê de li gorî Endeksa Serdestiya Huqûqê ya Kurevî ji nava 113 welatan daket 93'an û ket pişt 6 welatên din. * Di 20157an de xala peymana Dadgeha Mafên Mirovan a Darizandina Adîl 20 caran binpê kir. Xala azadiya raman û îfadeyê 28 caran îhlal kir. Tirkiye di îhlala peymanên Ewropa de ket rêza yekemîn. * Di navbera salên 2002-2015'an de 184 rojnameger hatin girtin. Tenê di sala 2016'an hêjmara rojnamegerên girtî 148 kes in. Tirkiye di sala 2015'an de di qada Endeksa Azadiya Çapemeniyê de li gorî welatên cîhanê ji nava 180 welatî daket 151’an. Tirkiye di sala 2016'an de wekî welatê di qada Azadiya Çapemeniyê de ne welatê azad hat dîtin. * 2002-2016 yılları arasında 112 bin 24 internet sitesi kapatıldı ve Türkiye İnternet Özgürlüğü Endeksi’nde 'özgür olmayan ülke' seviyesine indirildi. * Di sala 2016'an de li 9 bajar û 35 navçeyan bi giştî 111 rojan qedexeya kolanan hat îlankirin. Di serdema qedexeya kolanan de mafê jiyanê hat îhlalkirin û di vê serdemê de 78 jê zarok 69 jin, 30 kesên temenê wan zêdeyî 60 salî bi giştî 338 welatî hatin kuştin. Di vê serdemê de akademisyenên ku gotin "Em nabin şirîkê vî sûcî", jê 39 akademîsyen ji peyvirê hatin girtin. 37 akademisyen ji kar derxistin, 40 akademisyen hatin binçavkirin 4 akademisyen hatin girtin. * Tirkiye li gorî Endeksa Aştiyê ya Kurevî ya 2015'an ji 163 welatan ket rêza 45'an. Tirkiye di Endeksa Demokrasiyê ya Cîhanê de jî ji 167 welatan ket rêzea 97’an. * Di navbera salên 2002-2015'an de polîs û leşkeran mudaxaelyî 4 hezar û 185 çalakiyên demokratîk kir. * Di navbera salên 2002-2015'an de 13 hezar û 928 jin hatin kuştin. Tudiya li dijî jinê ji sedî 400 qat zêde bu. Di 14 salên dawî de êrîşa zayendî ji sedî 449 zêde bû. Di sala 2016'an de Tirkiye li gorî Wekheviya Zayendî ya Kurevî di nava 144 welatan de ket rêza 130’an. Di heman serdeme de Tirkiye di Endeksa Heza Jinê ya polîtîk de ji 144 welatan daket rêza 113’an. Li gorî tevlebûna aboriyê jî ji nava 144 welatan daket rêza 129’an. * Tirkiye di 2015'an de di nava welatên OECD de di qada wekheviya mafên zarokan de ji nava 36 welatan daket 34’an. Di 2010'an de li 16 hezar û 135 zarokan doz hat vekirin Di sala 2015'an de ji sedî 5.09 zêde bû û hêjmara zarokên doz li wan hat vekirin derket 16 hezar û 957'an. Di 14 salên dawî de di istîsmara zayendî ya li dijî zarokan de ji sedî 434 qat zêde bû. 45 zarokên li Yurda Vakfa Ensar 45 rastî îstîsmara zarokan hatin. * Di navbera salên 2010-2015'an de zewaca zarokan a temenê wan 16-17 232 hezar û 313 kes bûn, piştî 2015'an 17 hezar û 789 zarokên temenê wan di navbera 15-17'an de bun dayik. Selami Aslan - dihaber