Yuksekdag: Kesên dibêjin ‘Na’ dê rewşê biguherînin 2017-01-24 12:20:32 STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, diyar kir ku ligel hemû şertên dijdemokrasî û bêedaletiyê jî hêza veşartî ya ku ji “pergala serokatiyê” re dibêj “Na” bihêze û got kesên bi hincetên cuda ji pergalê re dibêjin “Na” dê rewşê biguherînin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, ji ber şertên li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê bersiva pirsên rojnameya Cumhuriyetê piştî mehekê dan, derbarê pêvajoya girtina xwe û pirsen rojane de nirxandin kirin. Yuksekdag, diyar kir ku beriya bê binçavkirin bi fermanekê girtîgeh hatiye valekirin û wiha got: “Kesên ku fermana biser mala min de girtinê da, deriyê min şikandin û hedefdikirin ku hêviya hemû aliyên ku hêvî dane me bişikînin. Em di bin tecrîdê de tên giritn ev bi sere xwe êrîş û cezakirine. Biryara tecrîd û pêkanîna wê ji aliye wezaret û hikûmetê ve hatiye dayîn.” ‘JI BER KU ME TEHLÎKE DÎT EM BERDÊLA WÊ DIDIN’ Yuksekdag, da zanîn ku niha 11 parlamenterên HDP’ê girtîne û wiha pêde çû: “Hemû rêvebirên me di girtîgehê de ne. Gelek hevşaredarên me jî, di dema darbe-cunta de jî ne hatiye dîtin qeyûm hatine tayînkirin. Em bi operasyonên tunekirinê re rû bi rû ne. Dixwazin bi rejîma despotîk pêşiya pêşeroka Tirkiyeyê ya îro bigirin. Îktîdara ku wextê wê temam bûye, ji bo hebûna xwe bidomîne, riya ‘serokomarê xwedî partî’ yanî ‘zilamekê, partiya rejîmê’ diceribîne. Şerê ku li derve û hundir didome, di şertên OHAL û darbeyê de bingeha rejîma ku dixwazin ava dikin. Di vê rewşê de ger destur bidin rejîma serokatiyê derbas bibe, şerê ku mayînde bûye dê bibe rejîma OHAL’ê. Rejîma zilemekê ku rêveberî, dadgeh û qanûna digire deste xwe dê ji bo Tirkiyeyê bibe nokteya şikandina jiyanê. Ji berk u berê me ev tahluke dît, me xwe danî holê û ji ber vê em berdêl didin.” ‘HÊZA VEŞARTÎ YA NA BIHÊZE’ Yuksekdag, bal kişand ser pêvajoya referandumê û wiha axivî: “Ligel hemû şertên dijdemokrasî û bêedaletiyê jî hêza veşartî ya ku ji “pergala serokatiyê” re dibêj “Na” bihêze. Kesên bi hincetên cuda dibêjin ‘Na’ dibe ku bibin vîna vê rewşa nebaş a heyî biguherînin.”