Wê li Astanayê çi bibe? 2017-01-24 12:39:10 ASTANA – Nîqaşên der barê civîna ku bi hewldana Tirkiye û Rûsyayê di 23’yê çileyê de li peytexta Kazakistanê Astanayê bi angaşta çareserkirina qeyrana li Sûriyeyê de dest pê kir, didome. Aliyên ku tevli civînê bûne tenê hêzên leşkerî ne. Li gorî nîqaşên ku li ser civînê tên kirin derdikeve holê ku du armanc hene. Nîqaşên der barê civîna ku bi hewldana Tirkiye û Rûsyayê di 23’yê çileyê de li peytexta Kazakistanê Astanayê bi angaşta çareserkirina qeyrana li Sûriyeyê dest pê kir, didome. Baş e çima Astana, armanca Rûsya û Tirkiye ya vê civînê çi ne, dê kî/kîjan alî tevli bibin, ji civînê çi hêvî tê kirin, dê encamek çawa derkeve? Em ê hewl bidin ku di vê dosyayê de bersiva van pirsan bidin. ASTANA LI KU DERÊ YE? Astana peytexta Kazakistanê ye û duyemîn bajarê herî mezin e. Li gorî serjimêriya sala 2004’an de nifûsa wî nêzî 600 hezar e. Ev bajarê ku di sala 1998’an de wekî peytexta Kazakistanê hat îlankirin, di sînorê Eyaleta Akmolayê de ye. Di nîvê Kazakistanê de ye. Ji bo zêdekombûna mirovan li aliyê başûr bê astengkirin wekî peytext ev bajar hatiye diyarkirin. Astana bi zimanê qazakî tê wateya “Paytext”. CIVÎN DÊ JI HÊLA KÎJAN DEWLETAN VE BÊ LIDARXISTIN Civîn piştî agirbesta di navbêra hêzên rejîm û opozisyonê de di 29’ê kanûna 2016’an de hat îlankirin de, di bin garantoriya Rûsyayê de, lihevkirina Tirkiye, Îran û rejîmê re civînek wisa hat rojevê. Li ser vê esasî wê civîn bi hewldana Rûsya û Tirkiyeyê, her wiha dê Îran jî piştgiriyê bide. ARMANC ÇI YE? Armanca civînê ya bi zimanê fermî ku ji hêla Tirkiye û Rûsyayê ve hatiye diyarkirin ew e ku ji qeyrana li Sûriyeyê heyî û şerê didome bê bidawîkirin e. Lê dema mirov daxuyaniyên rayedarên hikûmeta AKP’ê û Rûsyayê dinêre armanca esasî ya vê civînê derdikeve holê. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku hevdîtinên ku dê li Astanayê bên kirin bi armanca komên çekdar karibin tevli pêvajoya siyasî bibin, tê kirin e. Her wiha hem Pûtîn û hem jî Lavrov her çiqas bi daxuyaniyên wekî “Bila neyê fêmkirin ku ev civîn alternatîfa civîna Cenevreyê ye, ji bo Cenevre temam bike ye” lê jixwe bi vê daxuyaniyê armanca vê civînê ku dê wekî alternatîf be û Rûsya dixwaze serweriya krîza li Sûriyeyê di destê xwe de bihêle, diyar kir. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu jî jixwe di daxuyaniyeke xwe de vekirî danî holê ku dê di civîna Astanayê de tiştê di Cenevreyê de derneketin holê bên nîqaşkirin û encamek bê derxistin. KÎJAN ALÎ TEVLÎ DIBIN? Xwedê giravî tê hedefkirin ku aliyên şer ên di Sûriyeyê de bînin gel hev. Cudahiya vê civînê ew e ku milên leşkerî yên muxalif tevlikirin e. Dê saziyên siyasî yan jî komên bi hev re tifaq kirine tevli civînê nebin. Çeteyên wekî DAIŞ û Fetih El Şam (El Nûsra) ku ji hêla Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ve wekî terorîst hatin îlankirin li derveyê agirbestê hatibûn hiştin. YPG/YPJ jî ji ber helwesta Tirkiyeyê li derveyê pêvajoyê hatibû hiştin. Li hemberî vê xuya ye ku beşeke mezin a ku tevli agirbesta di 30’ê kanûna 2016’an bibûn dê tevli civîna li Astanayê bibin. Di nava hêzên ku heta niha dê tevli civînê bibin diyar bûye; Feylak El Şam, Tugaya Sultan Murat, Cephet El Şam, Artêşa Îzzet, Ceyş El Nasir, Yekemîn Tumena Sahil, Duyemîn Tumena Sahil, Tugaya Şehîdên Îslam, Ceyş El Îslam, Tugaya Hamza û Festaqim Kema Umirt dê cih bigirin. Ji bilî van 17 komên biçûk ên heta niha navê wan derbas nebûye, dê cih bigirin. Komên ku tevlibûnê red dikin jî; Feylaq el Rahman, Şukr El Şam, Suwar El Şam, Artêşa Azad a Îdlîb û Ceyş El Mucahidîn in. Her wiha komên ku rewşa wan ne diyar hene. Di nav wan a herî girîng Ahrar El Şam e. Ev hêz, çawa di hevpeymana agirbestê de rewşa wî ne diyar bû û helwesteke nediyar nîşan dabû, heman helwestî ji bo tevlibûna civînê de jî nîşan dide. Ev hêz destpêkê diyarkiribû ku ew hevpeymana agirbestê dipejirîne lê piştre red kiribû. Ji bo hevdîtina Astana jî destpêkê îlan kir ku ew ê tevli bibe lê piştre destnîşan kir ku ew ê ji derve ve piştgiriyê bide. Her çiqas hat ragihandin ku dê nûnerên sazî û partiyên siyasî di civînê de cih negirin jî lê tê gotin ku heyetek ji opozîsyona muxalif ên kurd bi taybetî ji ENKS’ê pêk tê tevli civînê bibe. CIH Û HÊZA KOMAN! Komên çeteyan ên ku tevli peymana agirbestê bibûn, cih û hejmara hêza wan wiha ye; Feylak el Şam: Li Heleb, Idlîb, Hama û Hims. 4 hezar endamên wan hene. Ahrar’uş Şam: Heleb, Şam, Deraa, Idlîb, Lazkiye, Hama û Himsê. Nêzî 16 hezar endamên wan hene. Ceyşul Îslam: Heleb, Şam, Deraa, Deyr ez-Zor, Lazkiye, Hama û Hims. Hejmara endamên wan nêzî 12 hezar e. Suwar el Şam: Li Heleb, Idlîb û Lazkiye. 2 hezar û 500 endamên wan hene. Ceyşil Mucahidîn: Heleb, Idlîb, Hama. 8 hezar. Ceyş Idlîb: Idlîb, 6 hezar. Cebhe eş Şamiye: Heleb, Idlîb, Şam. 3 hezar. Ev koman ji bo karibin beşdarê civînê bibin jî hin şert aşkera kirin. Ev şert jî wiha ne; Pêwîst e şerê di başûrê Dimeşq, Newala Bereda, Deraa, Rûda Şerqî Bêcin, Rojhilatê Qelemûnê, El War Lehimsê, El Restel Til Biîsa û Sahil bê rawestandin. Şertê duyemîn jî ji bo vê yekê divê heyeteke serbûxwe wekî çavdêr bê avakirin û heta civîna Astanayê li cihên hatine diyarkirin, bisekinin û çavdêrî bikin. Her wiha tê payîn ku wekî berdevkê koma opozîsyonê jî hatiye diyarkirin. Li gorî agahiyan dê li ser navê muxalifan wekî berdevk Muhammed Aluş be. Muhammed Aluş, rêberê Koma Ceyş El Îslam ku di rojhilatê Gutayê de bi bandor e. Aluş, her wiha di civîna Cenevreyê ya di 2016’an de berdevkê heyeta hêzên opozisyonê bû. ‘BIRYARA ASTANAYÊ DÊ ME ELEQEDER NEKE’ Li ser helwesta dewleta tirk a li ser hêzên şoreşger, QSD û YPG/YPJ ji bo tevli civîna Astanayê nebe, muxalefiyeke mezin kir. Dewleta tirk, heman muxalefetê ji bo civîna Cenevreyê jî kiribû. Li ser vê esasê, hem berdevkiya Rêveberiya Pergala Federalîzma Demokratîk A Bakurê Sûriyeyê, hem QSD û hem jî YPG/YPJ’ê, anî ziman ku ew ji bo civîn nehatine vexwendin û ev tişt hate gotin: “Ji ber vê yekê jî em wek hêzên sereke ku ya hemû gel û pêkhateyên bakurê Sûriyeyê de, ji ber yek ji aliyê ku civînê amade dike piştgiriyê dide çeteyan, terorîstan, pirsgirêkên esasî ya ji bo çareseriya qeyrana Sûriyeyê encam dernekeve. Her wiha çawa di civîna Cenevre 1-2-3 de tu encam ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê pêk nehat, dê aqûbet û tu encamek xurt ji vî civînê jî dernekeve. Ji ber vê yekî tu biryarekî ku ji vî civînê derkeve dê me eleqedar neke.” YÊ HETA NIHA TÊ ZANÎN Heta niha yê tê zanîn ev e; wekî berhemên hevdîtinên Moskovê, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê agirbesta di 30’ê kanûnê ya di Sûriyeyê de dest pê kir, bi awayekî şikestî be jî didome. 24 komên ku wekî komên muxalif ên Sûriyeyê ku piraniya wan Tirkiye piştgiriyê dide wan, aşkera kirin ku ew ê bi awayekî blok tevli civînê bibin. DYA, li benda vexwendineke ku bersiva wî niha nayê zanîn, dimîne. Rûsya dê helwestek çawa nîşan bide nayê zanîn, lê diyar e ku dê Esed û Erdogan di pêvajoya civînê de bên cem hev û ji bo li ser dijberiya DYA û kurdan hevkariyê bikin wê hin gavan bavêjin. Di navbêra tiştên tên zanîn û tên hîskirin de cudahî heye, ew jî ev e; dewleta tirk, dixwaze hem hebûna xwe ya fermî ya li heremê û hem jî hebûna komên ku piştgiriyê dide wan di Astana li ser Rusya de tescîl bike. Rûsya jî, ya Tirkiyeyê bi bedela di qada navneteweyî de qels bûye de ji El Nûsra û DAIŞ’ê hatiye paqijkirin û çeteyên girêdayên wî bikşîne herêma Şehbayê ya ku leşkerên tirk li wirin bikin û heremên ku jiçeteyan vala bûne ji komên çekdar paqij bike û radestî rejîmê bikin. Yanî Tirkiye û komên girêdayên wî,tenê di xeta Cerablûs, Ezaz, Marê û hinek jî Babê de bimîne, di ser vê hêza xetê de ser maseya bazartiyê rûnên; her wiha Rusya çewa şêwazek di Helebê de pêkanî, heman şêwazî ji bo di serî de bajarê Idlibê bajarên li heremê paqij bike û ji bo mîsogerkirina cihê xwe bikeve nava lêgerînan. Di hesabên der barê civîna Astanayê de naxwazin qala nûnerên hêzên leşkerî û siyasî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bikin. Di vî de payê mezin a Tirkiyeyê heye. Jixwe têkildarê mijarê de daxuyaniyên partî û pêkhateyên girêdayên Pergala Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê hene. Didaxuyaniyê de bi awayekî zelal bertek hat nîşandan û hat gotin ku civîneke ku pêkhate û gelên Suriyeyê neyên naskirin, dê encamên wî civînê ji yê Cinevê ne cudatir be û ev hevdîtin dê neserkeftî encam bibe. REWŞA HEYÎ YA HÊZÊN HEREMÊ Yekemîn, piştgiriya navneteweyî ya ji bo rejîmê, piştî hat fêmkirin ku dê rêveberiya Şamê hilneweşe zêdetir bû. Êdî kêm welat nêrîna ku dê rêveberiya Şamê biguhere diparêzin. Jibilî piştgiriya siyasî û leşkerî ya Rusyayê ku dide rejîma Esed, hat dîtin ku Serokê nû ya DYA’yê Trump di Rojhilata Navîn de polîtîqayeke nêzî Rûsyayê bişopîne, welatên din êdî piştgiriya ji bo muxalif-komên çeteyan ên Suriyê jî kêm kirin. Windayiya piştgiriyê ya hêzên muxalif ne tenê bi welatên rojava re sînor e. Ji bilî Tirkiyeyê Urdun jî ev demeke maseya lihevkirinê nîşanê muxalifan dide. Jixwe Misir zûde ye dest bi hevkariya bi rejîmê re kiriye. Erebistana Siûdî di Yemenê de bi tevliheviyek cidî re rû bi rû ye. Qatar jî bi tena serê xwe nikare tevbigere û niha di hêla danîna têkiliyan de zahmetî dikşîn e. Her wiha Qatar, bandora xwe ya li ser muxalifan wek e qarta hêzbûna xwe nîşan dide, pê ve girêdayî di mijara aktorekî sereke ya di Rojhilata Navîn de bizivrînê aliyê xwe di nav lêgerînan de ye. Ji ber vê yekê dewletên ku ev 5 sal in bi awayên cur bi cur muxalifan destek dikin êdî ketine rewşekî piştgiriyê nadin pêvçûnan. Ev rewş, dibe ku ya hêzên çekdar ên muxalifan, an dê bikşîne ser maseyê an jî piştî demekî şer bixwe winda bikin e. Ji ber vê yekî piraniya wan qebûl kirin herin Astanayê. Ya duyemîn: Komên çeteyan di nava xwe de pirsgirêkên cidî dijîn. Di eniya leşkerî û siyasî de derizandinên kûr dijîn. Hin pêşengên Artêşa Azad a Sûriyeyê hin sinyala ku dê bi rejîmê re li hev werin dan. Her wiha, piştî Heleb kete bin kontrola rejîmê bû sedema di komên çete yên ku halêhazir belawela ne, di hêla moral û motîvasyonê de zeyif bikevin e. Komên çete yên muxalif ku ev 5 sal in di bin banekî de nikarin bicivin, niha jî ne di hêla leşkerî û ne jî siyasî de îşareta bigihijin hev tune ye. Sedema negihiştina hev a van komên çeteyan çiqas îdeolojîk be jî zêdetir sedema berjewendiyê ye. Hin kesên di van koman de naxwazin windayiyê bidin. Bi taybetî ev rewş mirov dikare di komên biçûk de bibîn e. Yan dê rêya lihevkirinê hilbijêrin û bikevin lêgerîna xwe li ser piyan bigirin, an jî wê ji hêla komên mezin ve bên tunekirin. Ji ber vê yekî komên çeteyan ên biçûk zêdetir tabloyekî lihevkirinê datînin holê. Ya sêyemîn; pirsgirêkek girîng a komên çeteyan di qadê de heye. An dê riya hevpeymanê hilbijêrin û bi rejîmê re li ser masê rûnên an jî dê ji hêla Rusya ve wan tevlî lîsteya “Komên terorîst” bên kirin. Li vir noqteya kilîd koma çeteyan a Fetih El Şam (Cephet El Nûsra) ye. Herêma Idlib ku herêma girîng a di destê komên çeteyan de maye, nakokiyên cidî yên navxweyî dijîn. El Nusra ku her çiqas di asta qadroyê de li ser hev derbeyan xwaribe jî dîsa hêj jî koma herî bi hêz e. Heta di serî de Ehrar El Şam û komên din ku piştgiriyê dan agirbestê û di mijara ji bo hevdîtina bi rejîmê re ‘lemba zer’ pêxistin jî ya El Nusra bi hêztir dike. Ji ber vê yekî ye komên çete di taybetiya Idlib de bi du alternatîfan re rû bi rû dimîn in: An dê bandora xwe ya li ser qadê winda bikin an jî dê rastî êrîşên bombebarankirina Rusyayê werin. ALIYÊ COXRAFÎ YA AGIRBESTÊ Divê aliyê cografî ya hevpeymana agirbestê û çûna Astanayê jî neyê jibîrkirin. Komên çeteyan ên di Idlibê de hene, ji bilî hin îstîsnayan ji pêvajoya Astanayê dixwazin xwe dûr bixin an jî mesafeyek biçûk be jî xistine navberê. Komên çeteyan ên li Idlibê ku meyila tevlî Astanayê dibin piranî komên di çoltera başur de ne. An go ew aliyên ku neçar man ji Helebê derkevin, yên li aliyê bakurê Lazqiyê faaliyet dimeşînin, yên di bakur-rojhilatê Helebê de hene û di çoltera Hama yê de ne. Di van herêman de li gor girêdayê şer û pêvçûnan, komên nû û biçûk jî dibe tevlî pêvajoyî bibin. ENCAM WÊ ÇI BE? Astana ji civîneke ku dê pêkanîn û şopandina agirbestê zêdetir wê komên çete yên biçûk bi yên mezin bidin xwarin be. Ji ber ku di halê hazir de tu projeyeke ku ya tevahî hêz û pêkhateyan têr bike an tune ye an jî hê nehatiye aşkerekirin. Lê divê ne li bendê bin ku wisa zû bi zû derbasî hevdîtinên siyasî bê kirin. Ji ber ku Sûriyeyê nêzî 5 sal û nîve hatiye rewşa heyî. Şer û pêvçûnên ev 5 sal û nîv ku hin dînamîkan afirandiye, ji bo hevsengiya wan bê girtin, gelek civîn hewce dikin. Jixwe xuya ye ku armanc ne ew e ku bi awayekî erênî hevsengiyek bê çêkirin. Bi temamî Rûsya dixwaze serweriya heremê ji destê Amerîkayê derbixe û hemû komên çete leşkerên tirk jî di navê de li gor berjewendiyên xwe kontrol û bi kar bîne. Erdoğan Altan-dihaber