Soli Ozel: Lihevkirina Esad a bi vê muxalefetê re, dûrî aqil e 2017-01-25 09:07:20 ENQERE - Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Kadir Hasê û pisporê Têkiliyên Navnetewî Soli Ozel, hevdîtinên Astanayê yên encamên dihatin xwestin jê derneketin nirxandin. Hevdîtinên Astanayê yên kurd lê nehatin vexwandin, alîgir bi awayekî rûberî hevdu sûcdar kirin, encamên dihatin xwestin jê derneketin. Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Kadir Hasê û pisporê Têkiliyên Navnetewî Soli Ozel, van hevdîtinan nirxandin û dest nîşan kir ku, lihevkirina Esad a bi vê muxalefetê re dûrî aqila ye. DIBE KU ROLA KURDAN BIGIHÊ REWŞEKE KRÎTÎK Ozel, got heke ji hêla DYA'yê ve li meseleyê bê nihêrîn, bi taybetî operasyona Reqayê xwedî girîngiyekê ye û di hevdîtinên berê de ji ber blokajiya Tirkiyeyê, kurd mudaxil nebûbûn û dibe ku ji ber operasyona Reqayê rewşa wan bigihîje asteke krîtîk. Ozel wiha nirxand: DIBE KU REQA RENGÊ KAR BIGUHERÎNE “Tirkiye ji destpêkê ve, li dijî beşdarbûna PYD'ê îtirazan dike. Yek ji wan welatan ê civîna Astanayê çêkir jî Tirkiye ye, ji ber vê nemudaxilkirina PYD'ê ne rewşeke ecêbmayî ye. Bi qasî hûn dibînin, kes jî wisa pir najidîne û nabêje bila kurd werin. Tirkiye heta niha wê tewra xwe ya nemudaxilkirina PYD'ê bi hin kesan daye qebûlkirin. Lê operasyona Reqayê û rewşa ku DYA çi dixwaze, dibe hin tiştan biguherîne. Çimkî, DYA di operasyona Reqayê de bi PYD û YPG'ê bawer e." Ozel, dest nîşan kir ku li Sûriyeyê hevseng zaf leqok in û îhtimala wan a ji nişkave biguherin heye û wiha got: "Ev hemû bi mirovan zaf leqok tên. PYD alaya Sûriyeyê dikêşe." Her wiha Ozel derpêş kir ku, mecbûr e ku navbera kurdan bi derdorên din re baş be. DÊ ESAD BI VÊ MUXALFETÊ RE LI HEV NEKE Ozel, dîmena ku di encama Astanayê de derket holê jî nirxand û wiha got: "Metna peymanê heye. Hemû muxalifan ev metn îmze nekirin. Ev ne rewşeke ku mirv zaf biheyire." Ozel, diyar kir ku ne wisa hêsan e ku Esad û muxalifên hatine ser maseyê li hev bikin û wiha domand: “Evana (muxalifên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike) dibêjin me ji bo agirbestê pêşniyar li Beşar Esad kiriye. Dûrî aqila ye ku Esad bi vana re peymanekê çêbike, wan wekhev bibîne û daxwazên wan qebûl bike. Neytek derket holê. Her kesî ji Rûsyayê re got, tu dikarî vî karî çareser bikî. Dê bê halkirin an na, em ê bibînin." ASTA WÊ YA CENEVREYÊ GIRÎNG E Ozel, ê li Astanayê giranî û rola Rûsyayê qebûl dike, ji hêla Tirkiyeyê ve jî wiha lê dinere: "Heke dê pêşeroja Sûriyeyê ji hêla her 3'yan bê diyarkirin, di vê civînê de hebûna Tirkiyeyê dibe ku wek destkeftiyekê be. Lê, asta Cenevreyê ya vî karî jî heye, dê li wir DYA jî hebe. Gotina DYA'yê muhîm e û dê wê çaxê rewş zelaltir bibe."