Muharrem Înce: CHP di rakirina destnedayînan de bi şirîkiya xwe şaştî kir 2017-01-25 10:00:21 ENQERE - Parlamentere CHP’ê Muharrem Înce, diyar kir ku CHP’ê di rakirina destnedayîna parlamenteran de şaştiyek mezin kiriye û wiha got: “Ez bawer dikim ku dê di referandumê de Na derbikeve.” Palamenterê CHP’ê yê Yalovayê û berendamê bere yê serokatiya giştî Muharrem Înce, rexneya destnedayîna parlamenteran li rêveberiya CHP’ê kir. Înce, ku ji Rojnameya Sozcu re axivî, bal kişand ser guhertinên qanûna bingehîn ên di meclîsê re derbas bûne û wiha got: “Dive pêvajoyê de, di mijara destnedayînan de şaştiya herî mezin helwesta CHP’ê bû. Min ji bo rakirina destnedayînê dengê ‘Na’ bikar anî. Rêveberiya CHP’ê li vir şaştiyek kir. Di rewşek wiha de, îktîdarek wiha heyî, dadgehên ku çong danîne hene hûn çawa dikarin destnedayînan rakin? Îro HDP’î di girtîgehê de ne. Dê sibê CHP’î bikevin girtîgehê. Binêrin Enîs Berberoglu û Tugrul Turkeş heman tişt gotin. Yek bi muhebetê tê darizandin û yek jî cigirê serokwezîre.” CHP’Ê ŞAŞTÎ KIR Înce, anî ziman k udi referanduma 2010’an de HDP şirîkê veşartî yê AK Partiyê bû û wiha pêde çû: “Wê deme du şirîkên AKP’ê hebûn. Yek FETO yên din jî têrê nakin lê yên digotin erê. Dadgerê di 2010’an de FETO teslîm kir. Di vê pêvajoyê de şaştiye herî mezin helwesta CHP’ê ya ji bo destnedayînan bû. Min dengê ‘Na’ bikar anî. ‘YAN GEF LI BAHÇELÎ XWARINE YAN JÎ ZENGÎN KIRINE’ Înce, bal kişand ser helwesta Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û wiha got: “Ji bo kesek ev qas zû bizivire divê gef lê hatibe xwarin. Yan hatiye zengînkirin. Yan jî bêpîvane. Yan sedemekê ku em nizanin heye. Tiştek din tune ye. Vê ji bo yekitiya gel û welat dike. Ka bila ji me re beje ev yekitî çiye?” 'PALAMENTERÊN KU PULÊN DENGAN KOM DIKIRIN HEBÛN’ Înce, bikaranîna denge vekirî ya li meclîsê jî rexne kir û wiha got: “Welatî jî dengê vekirî bikar nayînin. Dema welatiyek me diçe dibistanê û deng bikartîne dikare bi vekirî deng bikarbîne? Na nikare. Ji xwe berpirsê sindoqê destur nade vê yeke. Lê li Meclîsê bi riya hovane deng hat dayîn. Parlamenterên ku deng bi karanîn û nişandan, ji FETO ne. Ez ji vir bang li Tayîp Erdogan dikim. Ger tu li FETO’yan digerî hemû AKP’iyên ku denge vekirî bikaranîn û ji bo xwe îspatkirinê şerkirin hemû FETO ne. Ev qas hêsane. Parlamenterekê MHP’ê li wir pulên dengên hatine bikaranîn kom dikir. Ji hemû kesê pul komkir. Ma tiştek wiha dibe. Ev herqaretek herî mezine li parlamenteran tê kirin. Ew kesên pul dan niha bêyî ku şerm bikin dê pereyê vî gelî bigirin.” BILA PERGALA YEKSERÎ BE Înce di dawiyê de wiha axivî: “Bawernakim ku guhertinên qanûna bingehîn ji dadgehê vegere. Ji ber ku dadgeh teslîm bûye. Divê ji pergala tê re bejin ‘pergala yekserî’. Ez bawer dikim ku dê di referandumê de ‘Na’ derbikeve.”