Pîr bû Cîgirê Serokê NATOPA yê 2016-11-20 14:28:55 STENBOL - Endamên NATOPA pêşniyar kirin ku Endamê NATOPA û Parlamenterê HDP'ê Ziya Pir bibe Serokê NATOPA’yê. Piştî hilbijartinê Ziya Pir ji bo Cîgirê Serokê NATOPA'yê hat hilbijartin. Civîna Lijneya Giştî ya 62'emîn a NATOPA di roja duyemîn de li Otela Hilton Bomonti berdewam dike. Di civîna ku rexneyên tuj li Tirkiye tên kirin de delefasyona holanda bi heyeta HDP'ê re hevdîtin kir. Di civînê de heyeta HDP’ê û endamê NATOPA Parlamenter Ziya Pir û Berpirsiyarê Karên Derve û Cîgrê Hevserokê Giştî Hişyar Ozsoy, ewil bi delegasyonên Holanda yên beşdarî civina NATOPA bûne re hevdîtin kirin. Piştre ji bo rêveberiya NATOPA peşniyar hatin kirin. Di civînê de pêşniyar kirin ku Pîr bibe Cîgirê Serokê NATOPA yê. Piştî endamê partiya rast a Hollanda pêşniyar kir parlamenter û delegeyên din jî beşdarî pêşniyarê bûn. Di civînê de hilbijartina Komîsyona Jir a NATOPA'ê pêk hat. Di encama hilbijartinê de Parlamenterê HDP’ê û endamê NATOPA Ziya Pir, wekî Cîgirê Serokê komiteya NATOPA hat hilbijartin. Ji bo Serokê Komîteya NATOPA jî Delegasyonê Fransa û parlamenterê Fransayê hat hilbijartin.