'Em teslîm nabin em dê bi ser bikevin' 2016-11-20 15:04:09 STENBOL - Koordînasyona Ked û Demokrasiyê, bi silogana "Em teslîm nabin" mîtîng pêk anî. Bi hezaran kesên beşdarî mîtîngê bûn pankarta "Em teslîm nabin, em dê bi ser bikevin" vekirin û biryara xwe ya serkeftinê anîn ziman. Koordinasyona Ked û Demokrasiyê li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên îktîdarê bi silogana "Em teslîm nabin" û "Em destûr nadin dîktatoriya yek mirovî" li Qada Kartalê mîtîng pêk anî. Bi hezaran endam û rêveberên HDP, CHP, HDK, BHH, DÎSK, KESK, TMMOB, TTB, Jin, LGBTÎ, ekoloji û rêxistinên Elewiyan amade bûn. Endam û nûnerên partî, komele û sendîkayan ku beşdarî mîtîngê bûn, pankarta "Em teslîm nabin, em dê bi ser bikevin" vekirin. Bi hezaran kesên beşdarî mîtîngê bûn bi pankart û siloganên “Roj roja li dijî faşizm, mêtîngerî, zilm û desthilatdariyê roja yekîtî û têkoüşînê ye. Roj roja berxwedan u têkoşîna li dijî Serokdewletî û diktatoruyê ye" cihê xwe li qadê girtin. Girse piştî di 3 nokteyên lêgerinê re derbas bûn cihê xwe girtin. Ji ber nokteyên lêgerînê bi hezaran kes li pey hev rêz bûn û di lêgerînê re derbas dibin. Girsê di mîtîngê de pankarta "Em teslîm nabin, em dê bi ser bikevin" vekirin û siloganên "Em dê bi berxwedanê bi ser bivevin", "Li dijî faşîzmê mil bidin mil" û "Diz û qatil AKP" û "Qatil Erdoğan" berz dikin û polîtîkayên hikûmetê şermezar dikin. Jinên tev li mîtînge bûne bi alên xemrî û cilên herêmî qad xemilandin. Li qada mîtîngê wêneyên Hevserokên HDP û DBP'ê yên girtî jî hatin vekirin. LI DIJÎ ÎSTİSMARA ZAYENDÎ KAMPANYA Li qada mîtîngê pankarta "Komara bê Serokdewlet, bê şer, bê OHAL û bê tecawiz em dixwazin" hat vekirin û bertek nîşanî peşnûmeya îstîsmara zayendî ya AK Partiyê dan. Kesên beşdarî mîtîngê bûn, li dijî pêşnûmeyê stand û kampanya îmzeyan a li dijî îstîsmarê hat vekirin. Li platforma ku axaftin lê bê kirin jî li qadê pankarta mezin a "Em teslîm nabin emê bi ser bikevin" bal kişand ser xwe. Dîsa pankarta "Ji darvekirinê re na" hat vekirni. Herikîna qada mîtîngê didome.