Dê karker bêjin 'Na' 2017-01-26 09:29:15 ENQERE - Karkeran diyar kir ku, ew ê di referandûmê de ji bo guherandina Qanûna Bingehîn bêjin 'Na' û sedemên ji bo çi dibêjin 'Na' rêz kirin. Eylem Akçay, Mert Okur û Erkan Ogul ê beşdarî sempozyûma "1'emîn a Hevdîtina Karkeran Bêtemînat û Di Destrêjka Xizaniyê De Mafên Karkeran" a ji aliyê Komeleya Mafên Karkeran hat lidarxistin bûn, referandûma Qanûna Bingehîn û guherînên hatine kirin nirxandin. Karkeran, anî ziman ku sererastkirinên di qada jîngeha kedê de yên ji aliyê AK Partiyê ve hatine kirin, karkeran dikin kole û got, ew ê ji bo parastina mafên karkeran dengê "Na"yê bi kar bînin. ‘PATRON HATIN XURTKIRIN' Kedkarê Buroyê Erkan Ogul, got ji ber şert û mercên nebaş ên xebatê ew nikare di karekî sabît de bisekine. Ogul, anî ziman ku ji ber sererastkirinên hikûmetê yên di qada jîngeha kedê de patron li hemberî karkeran tên xurtkirin û wiha got: "Dema patron bixwazin karkeran ji kar diqewirînin. Bêyî em tazmînata xwe jî bistînin, em tên derxistin." 'EM DIBÎNIN KU HEMÛ DESTKEFTÎ HATINE BINPÊKIRIN' Ogul, dest nîşan kir ku ji roja ku AK Partî bûye îktîdar heta niha hemû sererastkirinên di qada jîngeha kedê de kirine, temînata sererastkirinên dê bên kirin bi xwe ne û wiha axivî: "Dema hûn dinihêrin her roj çewisandin, binpêkirina kedê pêk tên, hêdî hêdî hemû destkeftiyên me tên desteserkirin. Ji ber vê, êrîşên berê li dijî mafên me yên bi dest ketî, dê ji niha û pê de jî çêbibin. Ji ber vê di 'Na'yê de xêrek heye. Hem di warê aborî de, hem jî di warm jiyanî de dê pirsgirêk mezin bibin, ji ber ez bawer nakim dê pirsgirêkên li Tirkiye û Kurdistanê bi rêveberiya kesekî bên çareserkirin, ez ê bibêjim Na." 'TIŞTA HERÎ MEZIN A SEROKOMAR DIKE DABEŞKIRINA WELAT E' Eylem Akçay a li Stenbolê wek kedkareke weşanxaneyê dixebite dest nîşan kir ku, tişta herî mezin a Serokomar Erdogan dike, dabeşkirina welat e û wiha domand: "Lê welat ji dudoyan tenê ne îbaret e. Welatek e ku xwedî gelek dewlemendiyan e. Heke li Tirkiyeyê, dê qanûneke bingehîn, sazûmaniyeke nû bê çêkirin divê xwedî mafên wekheviyê be." Akçay, daxuyand ku, ji bo pêşeroja Tirkiyeyê dewrî kesekî tenê neyê kirin ew ê di referandûbê de bibêje "Na". 'LI WELATEKÎ JI ALIYÊ KESEKÎ TENÊ VE BÊ BIRÊVEBIRIN DÊ TENÊ RÊXISTINEKE KARKERAN HEBE' Mert Okur ê li Stenbolê wek kedkarê weşanxaneyekê dixebite dest nîşan kir ku, heke çarenûsa Tirkiyeyê bi destê kesekî tenê bê berdan, dê ev xesareke cidî bide kedkar û dewlemndiyên welat û diyar kir ku ew ê bibêje "Na". Okur wiha got: "A rast ev 'Na' her tiştî evdibêje. Dema tu binihêrî, em cinayetên karî yên li Tirkiyeyê dizanin. Em dizanin bê jikaravêtin çi qas hêsan e. rewşa rêxistinbûyîna karkerên li Tirkiyeyê li holê ye." Okur, got heke pêşniyar bi vî awayî di referandûmê re derbas bibe dê hemû mafên karkeran ên heyî jî ji holê bên rakirin û wiha domand: "Yanî li welatekî ji aliyê kesekî tenê bê birêvebirin, dê tenê rêxistinek hebe. Ev jî dê bi xwe re astengkirina rêxistinbûyîna karkeran bîne. Dê rê li ber behskirina mafên karkeran bê girtin, dê qad li karkeran bê tengkirin."