Girseya Kartalê: Erdogan em te nakin padişah 2016-11-20 16:40:01 STENBOL - Mîtînga Koordinasyona Ked û Demokrasiyê ya bi silogana "Em teslîm nabin" li Qada Kartalê pêk hat berdewam dike. Di mîtingê de Endamê Lijneya Rêveber a Tevgera Hezîrane ya Yekbûyî (BHH) Erkan Baş, diyar kir ku îro roja bi hevre pêşveçûnê ye û got: "Recep Tayip Erdogan tu nabe padişah. Em te nakin padişah." Koordinasyona Ked û Demokrasiyê li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên îktîdarê bi silogana "Em teslîm nabin" û "Em destûr nadin dîktatoriya yek mirovî" li Qada Kartalê mîtîng pêk anî. Bi hezaran endam û rêveberên HDP, CHP, HDK, BHH, DÎSK, KESK, TMMOB, TTB, Jin, LGBTÎ, ekoloji û rêxistinên Elewiyan amade bûn. Endam û nûnerên partî, komele û sendîkayan ku beşdarî mîtîngê bûn, pankarta "Em teslîm nabin, em dê bi ser bikevin" vekirin. Bi hezaran kesên beşdarî mîtîngê bûn bi pankart û siloganên “Roj roja li dijî faşizm, mêtîngerî, zilm û desthilatdariyê roja yekîtî û têkoüşînê ye. Roj roja berxwedan u têkoşîna li dijî Serokdewletî û diktatoruyê ye" cihê xwe li qadê girtin. Girse piştî di 3 nokteyên lêgerinê re derbas bûn cihê xwe girtin. Ji ber nokteyên lêgerînê bi hezaran kes li pey hev rêz bûn û di lêgerînê re derbas bûn. Girsê di mîtîngê de pankarta "Em teslîm nabin, em dê bi ser bikevin" vekirin û siloganên "Em dê bi berxwedanê bi ser bivevin", "Li dijî faşîzmê mil bidin mil" û "Diz û qatil AKP" û "Qatil Erdogan" berz kirin û polîtîkayên hikûmetê şermezar kirin. Jinên tev li mîtînge bûne bi alên xemrî û cilên herêmî qad xemilandin. Li qada mîtîngê wêneyên Hevserokên HDP û DBP'ê yên girtî jî hatin vekirin. Ji ber qad tije bû bi hezaran kes li dervê qadê rawestiyan û piştgirî dan mîtîngê. Mîtîng bi Koma Muzikê ya muzakereyan dest pê kir. Piştî koma muzîke ewil Endamê Lijneya Rêveber a Tevgera Hezîrane ya Yekbûyî (BHH) Erkan Baş axivî. Baş, diyar kir ku îro roja bi hevre pêşveçûnê ye û got: "Recep Tayip Erdogan tu nabe padişah. Em te nakin padişah. Baş, hemû jin, ciwan, kal pîr û nasnameyên cuda yên li qadê yek bi yek silav kir û piştre dest bi axaftinê kir. Dema Baş deket ser dikê girsê bê navber siloganên "Li dijî faşîzmê mil bidin mil" û "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. 'Em hatin Tirkiye bikin yek' Baş, bertek nîşanî çapemeniya nêzî hawiz da û wiha got: "Weşanên nêzî îktîdarê dij propaganda dikin. Bi rojan e dixwazin me bînin hemberî hev. Dixwazin perçe bikin. Em hatin vir Tirkiye bikin yek perçe. Ew ji bo me teslîm biigirin me perçe dikin. Lê ew xwe dixapînin. Ew ji bo meqamê xwe 3 roj berê digotin me ew xapandin. Em ji bo bi hevre bêjin em naxapin em li vir in. 15 salin me li ser navê îro digot em li dijî FETO ne. Me digot paşve rû ye. Em îro vî tiştî ji bo QesrAKP/ê dibêjin. Qesr AKP Tirkiye dixe nava tariyê." 'TU DÊ NEBE PADÎŞAH' Axaftina Baş bê navber bi siloganên "Bijî biratiya gelan" qut bû. Baş, herî dawî wiha got: "Di vê pêvajoya ku Tirkiye ber bi tariyê ve diçe tenê gelên kedkar dikarin rawestînin. Em dibêjin Laiklik bi qasî nan û avê bi qîmet e. Nêviyê welat bûye gola xwînê. Di vê pêvajoya ku xwîn diherike em rojavayê Tirkiye nikarin li hemberî vê yekê bêdeng bimînin. Roj roja yekîtî ye. Nûnerê gelê kurd bi zorê avêtin hepsê. Divê em dengê gelê kurd ragihînin. Divê em dengê rojnamegerên ku bûn dengê gelan û hatin girtin ragihînin. Roj roja yekîtî û meşa hevpar e. Divê hemû gel li dijî îktîdarê ber bi pêşerojêve bimeşe. Divê kedkar û xizan bibin yek û li dijî îktîdarê dêbikoşin. Yên ku dibêjin aştî, wekhevî, biratî, laîklîk û em nabin koleyê Erdogan hemû hevalên me yên rê ne. Em li vir in. Em teslîm nabin û Em îro hemû bi hevre pêşve biçin. Em Recep Tayip Erdogan nakin padişah. Em te nakin padîşah. Em destûr nadin komar hilweşe." Mîtîng bi axaftinan didome.