Enver Muslim: Çareseriya pisgirêka Sûriyeyê sîstema federaliya demokratîk e 2017-01-27 10:45:12 KOBANÊ - Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslim ku dawetî Moskovayê hat kirin û ji ber ambargoyê tevlî hevdîtinê ne bû diyar kir ku gelê li bakurê Sûriyeyê dijin pergla federaliya demokratîk dixwazin û wiha got: “EM dixwazin vê di her civînê de nîqaş bikin. Pirsgirêka Sûriyeyê bi vî awayî dikare bê çareserkirin.” Daneyên civîna Rûsya, Tirkiye û Îranê yên li paytexta Kazakîstanê Astana ku Rejîma Baas û 14 komên muxalif anîn cem hev derdikevin holê. Rûsyayê heyeta rêxistina herî bi hêz a Bakurê Sûriyeyê Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD) ku venexwedin hevdîtinan dawetî Moskovayê kir. Hat diyarkirin ku Heseroka PYD’ê, nûnerê Fransayê Halît Îsa û Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslim dê bi Wezîrê Derve Sergey Lawrow re hevdîtinên Astanayê biaxivin. Enver Muslim derbarê hevdîtinan de axivî. Muslim, diyar kir ku ji ber ambargoyên li dijî herêmên xweser û Federasyona Bakurê Sûriyeyê ew û Asya Abdullah nikarin biçin hevdîtinê lê bi riya nûnerên wan ên li derve dê li Moskovayê bin. 'GELÊ BAKURÊ SÛRIYEYÊ FEDERALIYÊ DIXWAZE’ Muslim, da zanîn ku komên ku vexwedine Astanayê bi rejîmê re peyman danîne, herdu alî çaresera pirsgirêkê bingeh nagirin û wiha got: “Ji gelên ku li herêma Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dijîn kesek venexwendine hevdîtinê. Ji ber vê sedemê wekî Cenevreyê civîna Astanayê jî bê encam maye. Rêveberên pergla Federal dixwazin di hemû civînên ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê de cih bigirin. Çareserî jî encex bi vê pêkane. Divê bingehê de em nirx didin vexwendina Rûsyayê lê ji ber ambargoyê em ê bi riya nûnerên xwe li wir bin. Gelên li Bakurê Sûriyeyê pergala Federaliya Demokratîk dixwazin. Em dixwazin vê di hemû civînan de nîqaş bikin. Pirsgirêka Sûriyeyê bi vî awayî dê çareser bibe.” DAIŞ LI ASTANAYÊ CIH GIRT Muslim, di dawiyê de derbarê komên tevlî civîna Astanayê bûne de agahî da û wiha axivî: “DAIŞ û Nusra wekî rêxistina terorê hat dîtin û venexwendin. Ehrar El Şam venexwendin. Ev sê kom venexwendin lê Ceyş-ul Îslam ku serokatiya wê Muhamed Aluş dike vexwendin. Ev her 4 kom bingeha wan El Qaîde ye. Ceyş-ul Îslam beriya niha ji Haleb û Şamê bi DAIŞ’ê re tevgeriya û di mirina gelek sivîlan de rol lîst. Bi riya vana DAIŞ û Nusrayê di civîna Astanayê de cih girtin.”