Dê her kesî ji bo NA bi rêxistin bikin 2017-01-28 09:20:37 STENBOL- Endamê Lijneya Serokên ODP'ê Alper Taş, diyar kir ku wan dest bi rêxistinkirina eniya "Na"yê kiriye û wiha got: "Ji dêvla em propagndaya çepgiran li çepgiran bikin, divê em derdorên ku di bin bandora AKP û MHP'ê de mane qanehî 'Na'yê bikin." Seroka Giştî ya EHP'ê Sibel Uzun jî wiha got: "Divê em gotina 'Em ê te nekin serok' dubare bikin." Li dijî pêvajoya referandûmê ya dê di Nîsanê de pêk bê, Partiya Azadî û Piştevaniyê (ODP) û Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) dest bi rêxistinkirina eniya "Na"yê kirin. Endamê Lijneya Serokên ODP'ê Alper Taş û Seroka Giştî ya EHP'ê Sibel Uzun ji dîhaberê re behsa xebatên dê bikin kirin. ‘EM JI REJÎMA SEROKATIYÊ RE DIBÊJIN 'NA'' Endamê Lijneya Serokên ODP'ê Alper Taş, diyar kir ku çarenûsa welatekî ya dê ji sindoqê derkeve, heke teslîmî vîna kesekî tenê bê kirin dê ev pirsgirêkên li welat çareser neke û dest nîşan kir ku, ev pirsgirêk û meseke ne bi serokatiyê, di nav nêvengeke piralî û demokratîk de ancax dikare bê çareserkirin. Taş wiha domand: "Ev pakête qanûna bingehîn bi her awayê xwe ji ber xwe dispêre yekzilamî, yek rejîmê, pergala yek partiy, ji ber li ser vîna piraniyê hegemonyayê tesîs dike, ji ber hemû derdorên civakiyî red dike, ji ber dê vîna hemû derdorên civakî yên din ji holê rabike, ji ber ev dê hemû xwe bispêrin vîna kesekî tenê, em bi her awayî ji rejîma serokatiyê re dibêjin 'Na'." ‘DÊ BI PERGALA SEROKATIYÊ RE REJÎMA 12'Ê ÎLONÊ XURTIR BIBE' Taş, diyar kir ku dê rejîma 12'ê Îlonê bi pergala serokatiyê re xurtir bibe û wiha got: "Niha AKP-Bahçeli vê bi pakêta qanûna bingehîn bi pêş ve dibin. Qanûnçêkirin, birêvebirin û daraz bi her awayî dikeve bin destê Serokomar. Pergaleke siyasal a tekelbûyî; li ser birêvebirinê tenê gotina Serokomar dê pere bike. Ev tê wateya temamkirina felsefeya 12'ê Îlonê. Ji ber dê bi her awayê xwe vê pakêta qanûna bingehîn tu aramî, aştî, îstikrar, bawerî, kar û bar neyîne, em ji dîktaya yekzilamîr e dibêjin 'Na'." 'DIVÊ EM 'NA'YÊ ZÊDE BIKIN' Taş, anî ziman ku dê ODP di çarçoveya feraseta xwe ya siyasî de, fealiyetên 'na'yê tevî Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî (BHH) bide meşandin û wiha axivî: "Divê her kes 'Na'yê li gor meşreba xwe, li gor zimanê xwe, li gor terhê xwe, çawa dikare vebêje û dispêre kîjan koka civakiyî, divê wisa bîne ziman û xurt bike. Divê em 'Na'yan zêde bikin. Ji bo zêdekirina 'Na'yan, her kes xwedî xwemaliyên xwe ye, divê li gor van xwemaliyan em 'Na'yê birêxistin bikin." ‘DIVÊ EM DERDORÊN AKP Û MHP'ê QANEHÎ 'NA'YÊ BIKIN' Taş wiha axivî: "Li vir ya divê em lê miqate bin, ew e ku em propagandaya çepgiryê li ne li çepgiriyê an jî propagandaya meseleya 'Na'yê ne li çepgiriyê bikin, divê em li derdorên ku AKP û MHP'ê bandor li wan kirine propagandayê bikin û wê derdorê qanehî 'Na'yêb ikin. Çimkî, ji bo di referandûmê de 'Na' derkeve, ev Na girêdayî van 'Na'ya ye." 'DIVÊ EM GOTiNA EM Ê TE NEKIN SEROK DUBARE BIKIN' Seroka Giştî ya EHP'ê Sibel Uzun, bi bîr xist ku di 7'ê Hezîranê de gelê Tirkiyeyê bi awayekî zelal ji 'serokatiyê' re got na û got, pêdiviya Tirkiyeyê ne bi serokatiyê; bi demokrasî, azadî, birêvebirina parlementoyî û pêşeroja welat heye. Uzun, dest nîşan kir ku çawa di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de dirûşmeya "em ê te nekin serok" hat berzkirin, divê li tevahiya Tirkiyeyê bê kirin û tevgereke bi vî awayî xwe bide der. Uzun wiha domand: "Li vir 'em ê te nekin serok' vegotineke bi vî awayî bû. Ji bo temamiya siyaseta Tirkiyeyê, ne ji bo herêmekê tenê bû, ji bo pirgirêka Tirkiyeyê gotineke rasteqîne bû. Navnîşaneke ku ehr kesî çareseriyeke rasteqîne tê de didît. Niha jî ya li me dikeve ew e ku, divê em careke din vê gotinê bibînin." ‘DIVÊ EM RÊXISTINBÛYÎNÊ DI SER BÊBIRYARAN DE BIDIN MEŞANDIN' Uzun, diyar kir ku kesên bi 'Na'yê dikevin rê divê rêxistinbûyînê li dor derdora bêbiryar a ji sedî 22'yan pêk tê bide meşandin û wiha domand: "Divê em ji van bêbiryaran re çawabûna rejîma yekzilamî baş vebêjin. Divê em rewşa aboriyê, betaliyê baş vebêjin. Divê em cinayetên jinan ên her meh an jî her sal li gel rejîma yek zilamî ya ku AKP dixwaze heta niha bê çawa zêd edibin baş vebêjin. Divê em rakirina destnedayînê ku bi xwe re çi felaketan tîne, divê em jiholêrakirina meclîsê baş vebêjin. Divê em vê bêwestan bikin, divê em vê ji derdorên AKP û MHP'ê re bibêjin. Divê em wek berxwedana Geziyê tevbigerin. Di dest me de çi derfet hebin divê em seferber bikin."