‘Binçavkirin parçeyek ji kampanyaya ‘Erê’ ne’ 2017-01-29 15:20:24 ENQERE - Heta niha ji 54 parlamenterên HDP’ê yên destnedayîna wan hatine rakirin 26 hatin binçavkirin û 12 jê hatin girtin. Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirin ku hat binçavkirin û hat berdan diyar kir ku operasyonên li dijî parlamenterên HDP’ê parçeyek ji kampanyaya AK Partiyê ya “Erê” ye. Sererastkirina “bila destnedayîn rabin” a ku di meha Gulanê de ji aliyê Meclîsê ve hat qebûlkirin û di meha Hezîranê de jî ket meriyete ji bo parlamenterên HDP’ê vegeriya binçavkirin û girtinan. Ligel ku bi sedan doyayên parlamenterên AK Partî, MHP û CHP’ê jî hene dadgeh tenê ji bo parlamenterên HDP’ê ket nava tevgerê. Di 4’ê Mijdara 2016’an de operasyona hemwext hat destpêkirin û ji 54 parlamenterên HDP’ê yên ku destnedayîna wan hatitin rakirin û di nav de hevserokên giştî jî hene 26 jê hatin binçavkirin û 12 jî hatin girtin. 11 PARLAMENTER HÊJÎ GIRTÎNE Di operasyona serdegirtina malan a 4’ê Mijdarê de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Serokwekîlê Komê Îdrîs Baluken, Parlamentera Amedê Nursel Aydogan, Parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim, Parlamenterên Şirnexê Ferhat Encu û Leyla Bîrlîk, Parlamenterên Colemêrgê Nîhat Akdogan, Selma Irmak û Abdullah Zeydan, hatin binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Di 13’yê Kanûnê de jî Serokwekîla Koma HDP’ê Çaglar Demîrel û Berdevka Meclîsa Jinê Besîme Konca jî hatin girtin û şandin girtîgehê. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, piştî 2 mehan girtî ma di 4’ê Çileyê de hat berdan. Ji bo parlamentere Şirnexê Faysal Sariyiliz ku li derveyî welate û Parlamentera Wanê Tugba Hezer Ozturk jî biryara girtinê hat derxistin. DI HEFTEYEKÊ DE 10 BINÇAVKIRIN Piştî pêşnûmeya qanûna bingehîn di meclîsê re derbas bû binçavkirinên li dijî parlamenterên HDP’ê carek din destpêkirin. Di nava hefteyekê de Sirri Sureyya Onder, Îmam Taşçier, Ayşe Acar Başaran, Mehmet Emîn Adiyaman, Osman Baydemîr, Ahmet Yildirim, Huda Kaya, Meral Daniş Beştaş, Altan Tan û Ayhan Bîlgen hatin binçavkirin. Berdevkê HDP’ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen di çarçoveya lêpirsîna ku Serodozgeriya Komarê ya Amedê vekiriye de li Balefirgeha Esenboga ya Enqereyê hat binçavkirin û bi binçavkirina Bîlgen re hêjmara binçavkirina parlamenterên HDP’ê bû 26. ŞERTÊ KONTROLA EDLÎ Piştî Sirri Sureyya Onder, Ziya Pîr, Îmam Taşçier, Ayşe Acar Başaran, Alîcan Onlu, Mehmet Emîn Adiyaman Nîmetullah Erdogmuş, Osman Baydemîr, Ahmet Yildirim, Huda Kaya, Meral Daniş Beştaş û Altan Tan hatin binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan. ‘PARÇEYEK JI KAMPANYAYA ERÊ NE’ Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim ku di nava hefteyê de hat binçavkirin û hat berdan operasyona li dijî parlamenteran ji dîhaberê re nirxand. Yildirim, da zanîn ku di demek ku ew dikevin pêvajoya referandumê de binçavkirin ‘parçeyek ji kampanayaya AK Partiya ya Erê’ ye û wiha got: “di binçavkirinên şevê din de daxuyaniya MYK’ê ya bûyerên 6-8 Cotmehê yên ji bo Kobanê hatiye dayîn wekî hincet hatiye nişandan. Ev bûyer beriya du salan hatiye jiyîn û dema sererastina destnedayînan di meclîsê re derbas bû derbarê vê de fezleke ne hatibû amadekirin. Fezlekeyek bi biryara MYK’ê tune ye. Dosyayên heta 20’ê Gulanê hatine amadekirin di fezlekeyê de hene. Fezlekeyên ku wê demê hatine nikarin bikin hinceta binçavkirinê. Ev pêvajo bi sere xwe bêhiqûqiyeke ev hincetên wan jî vê bêhiqûqiyê nişan didin.” ‘YÊN KU XEYALA WÎ YA SEROKATIYÊ XIST NAVA AVÊ HDP BÛ’ Yildirim diyar kir ku bi operasyonan dixwazin hêza partiya wan bixin, şûna xebatê berê wan bidin cihek din û wiha pêde çû: “Yekane partiya ku nehişt xeyalên wî yên serokatiyê pêk bê HDP bû. Ne MHP ne jî CHP’ê ev bisernexist. Ji ber ku HDP’ê xeyalê wî yê serokatiyê xist nava avê ditirser ger HDP di vê pêvajoyê de kampanyayek din bide meşandin dê carekdin xeyalên wî bikevin avê.” ‘GER EV QAS OPERASYON LI DIJÎ AKP’Ê BIHATA KIRIN…’ Yildirin anî ziman ku operasyon angihijin armaca xwe û wiha axivî: “Em ne tene partiya ku bi parlamenter û rêvebirên xwe hene em tevgera gelin. Ligel ku 11 parlamenter, bi hezaran rêvebir û endamên me girtî ne jî ev tevgera gel hêjî li ser piyane û bêyî birawestin dimeşin. Ger ev qas operasyon li dijî AKP’ê bihata kirin dê niha AKP’ê kilît li deriyê xwe bidayaba. Hemû operasyonên ku piştî 4’ê mijdarê hatine kirin parçeyek ji pêşnûmeya rejîma pergala serokatiyê ye. Dixwazin rejîmek paşvero bînin. Dixwazin vîna HDP’ê bişikînin û vê rejîmê pêk bînin.”