KESK dê bibêje 'Na' 2017-01-31 13:40:23 ENQERE - Hevseroka KESK'ê Şaziye Kose beriya referandumê bang li hemû derûdorên demokratîk kir xwest bibêjin "Na" û sedemên vê vegot. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkîldarî helwesta xwe ya pêvajoya referandumê diyar bike li avahiya xwe ya navendî civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka KESK'ê Şaziye Kobe di civînê de axivî û diyar kir ku maf û azadî hatine rawestandin girtîgeh bi muxalîfan ve hatiye tijîkirin. Kose got ku sedema êrîşan pêkanîna guhertina qanûna bingehîn e û ji bo vê yekê bingeh tê amadekirin. 'NA' YÊN KESK'Ê VEGOT Kose di referandumê de çima bibêjin "Na" wiha vegot: * Ji bo mafê xwe yê grev û peymana tomarî jiyana mirovane, mafê xebatê yê mirovane, pêşerojekî bi ewle em guhertinê red dikin û ji referandûmê de dibêjin 'Na'. * Ji bo parastina ked, demokrasî, aştî û azadiyên xwe, nan û ewlehiya kar parastinê û pêşeroja xwe ya hevpar biparêzin guhertinê red dikin û ji referandûmê de dibêjin 'Na': * Rejîma OHAL'ê ya dê bê domdarkirin ve cudakariya zayendî dê kurtir bibe ev dê bê wateya rewakirina şîdet, tacîz, tecawiz, kuştinên jinan îstismarkirina zarokan. Em ji referandûmê de dibêjin 'Na'. * Ji bo xwedî li beden, nasname û zarokên xwe derkevin em guhertinê red dikin û ji referandûmê de dibêjin 'Na'. * Em vî zilm û zardariyê red dikin û ji referandûmê re dibêjin 'Na'.