Erdogan dibêje Şangay lê wezîr ji YE'yê venagerin 2016-11-21 11:28:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokomar Tayyîp Erdogan, alternatîfa xwe ya li dijî cihêtiya bi welatên Yekîtiya Ewropayê re Rêxistina Hevkariyê ya Şangayê nîşan dide lê wezîrên AKP’ê li ber deriyê Ewropayê tevnê dirêsin. Di navabera Tirkiye û welatên Ewropayê de rageşiya bi taybet di nava Enqere û Berlîn de zêdeye û ziyaretên di asta herî jor de tên kirin. Aliyên Tirkiyeyê hinek rest dikêşin hinek jî paytextên Ewropayê ziyaret dikin. Wezîrê Spor û Ciwanan Akîf Çagatay Kiliç beriya hefteyeke piştî hevdîtinên xwe yên li Berlînê, dîsa Serokê Komîsyona Mafê Mirovan ê TBMM’ê û Parlamenterê AKP’ê yê Stenbolê Mustafa Yeneroglu ku Ewropayê ji nêz ve nas dike vê hefteyê Berlînê ziyaret dike. Almanya piştî çend hefteyan xwe amade dike, di dema ku Yeketiya Ewropayê li ser pêşeroja Tirkiyeyê nîqaşan dide meşandin Wezîrê YE’yê Omer Çelîk pêşwazî dike. Hikûmeta Almanyayê, dihizire ku bi Tirkiyeyê re diyalogek erênî bide meşandin lê ji ber cihêtiya hizran çareserî dê di demek kurte de çênebe. Di lêpirsînin darbeya 15’ê Tîrmehê de ku gelek aliyên berfireh hatine hedefgirtin, operasyonên li dijî HDP’ê û çapemeniyê, hikûmeta Almanyayê li hemberî muxalefetan xist rewşek zehmet de. Muxalefeta ku hikûmeta Merkelê dan ber topan, rexneyên xwe Yên ji ber binpêkirinên mafan û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê bi dengekî bilind anîn ziman. ‘SEOKÊ TIRK LI PEY KOMKIRINA PUANA NE’ Nûnerê Wexfa Alman Henirich Boll ê Tirkiyeyê Kristian Brakel, ê ji Deutsche Welle Tirkî re axivî diyar kir ku sedemê rageşiyan geşedanên siyasî yên di nava Tirkiyeyê de ne. Brakel, anî ziman ku serokatiya siyasî ya Tirkiyeyê, bi armanca komkirina puanan a di siyaseta navxweyî de bi zanebûn, gotinên netewperestî, yên dijî Ewropa û Almamyayê pêş dixe û wiha got: “Bi awayekî zanebûn Almanyayê wekî dijmin nîşan dide. Lê di polîtîkaya reel de dijminek tune ye û Almanya ne dijmine.” TIRKIYE ZIRT DIKE GELO? Serokomar Tayyîp Erdogan bi gotinên xwe yên “Divê neyê gotin ku ‘hebe nebe ji bom in Yeketiya Ewropayê ye’…” li dijî YE Rêxistina Hevkariyê ya Şangayê anî rojevê û ev ji aliyê hinek çavdêrên Almanyayê jî diyar dikin ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya devre ji Rojava qut dibe. Lê Brakel, têkiliyên Tirk-Alman şiband têkiliyên di nava du hezkiriyan de û wiha got: “Tirkiye çiqas ji YE aciz bibe bila bib, baweriya xwe ya ji bo endamtiyê çiqas winda kiribe bila bike, dizane ku di aliyê ewlehî û aboriyê de pêwîstiya wî bi Ewropayê heye. Ligel ku Almanya ji gotinên Erdogan acize jî lê ji ber girêdanên aborî, ewlehî, krîza penaber û çandî de dizane ku pêwîstiya wê bi Tirkiyeyê heye. Ne NATO dest ji Tirkiyeyê ne jî Tirkiye dest ji NATO’yê berdide. Pêwîstiya herdu aliyan bi hev heye.” HIKÛMET AN JÎ ERDOGAN? Sûcdariyên Tirkiyeyê yên ji bo YE û Almanyay û daxuyaniyên Serokomar Erdogan ên derdikevin pêş bala çavdêrên Berlîn dikişîne. Di daxuyaniyên ku li Almanyayê tên kirin de jî li şûna “hikûmeta Tirkiyeyê” têgehên “Kesên siyasî yên li Tirkiyeyê biryar didin” an jî “Serokê siyasî” tên bikaranîn. Çavkaniyên Almanyayê sedema vê bi gotinên “Li welat ê ku biryarên fîîlî dide ne hikûmete, Serokomar Erdogane” aşkera dike. her wiha çavdêr jî dibêjin ku di nava bera hikûmet û serokomar Erdogan de, di mijara têkiliyên bi Rojava û YE’yê de fikrên cûda hene. Brakel vê rewşê wiha vedibêje: “Divê êdî tu kes xwe nexapîne. Li Tirkiyeyê beşek mezin ê siyasetê ji aliyê serokomar ve tê diyarkirin. Gotina dawiyê Erdogan dibêje.”