Taşdemîr û Ozturk: Dê gelê Agiriyê ji rejîma yekzilamî re bibêje 'Na' 2017-02-02 09:10:59 AGIRÎ - Parlementerên HDP'ê yên Agiriyê Dîrayet Taşdemîr û Berdan Ozturk dest nîşan kirin ku, dê li gel hemû pêkanînan jî gelê kurd qethiyen vîna xwe radestî îktîdarê neke û wiha gotin: "Dê li Agiriyê û Serheda Bakur ji rejîma yekzilamî re bersiva gel 'Na' be." Parlementerên HDP'ê yên Agiriyê Dîrayet Taşdemîr û Berdan Ozturk anîn ziman ku, dê li Agiriyê di referandûmê de bersiva gel 'Na' be û gotin, li gel hemû pêkanînan jî gelê kurd qethiyen vîna xwe radestî îktîdarê neke. ‘JI BER VÊ NA' Parlementer Dîrayet Taşdemîr, binçavkirin û girtina hilbijartiyan, qeyûmên hatin tayînkirin bi bîr xist û bal kişand ser pêvajoya referandûmê ya bi awayekî fiîlî hatiye destpêkirin û wiha got: "AK Partî difikire ku tiştên bi riyên siyasî bi dest nexistiye, bi girtinan bi dest bixe. Îktîdara serkeftina li Agiriyê hezm nekir, gelek caran hilbijartin betal kir. Deng dizîn, lê belê bi ser neketin. Ev gel vê zilmê qebûl nake. Ji ber vê yekê em ê bibêjin 'Na'." ‘BERSIVA SERHEDA BAKUR NA YE' Taşdemîr, da zanîn ku madeyên Qanûna Bingehîn a nû bi çewsandinan di Meclîsê re hatin derbaskirin û wiha axivî: "Dest danîn ser vîna parlementoyê jî. Dixwazin Qanûna Bingehîn a bi çewisandin û pêkûtiyên AKP'ê di Meclîsê re hat derbaskirin berpêşî gel bikin. Dixwazin bi çewisandinên OHAL'ê kampanyaya 'Na'yê sansur û asteng bikin. Lê li gel hemû sansur, astengî, çewisandin û girtinan gelê me hay ji her tiştî heye. Em tevî gel balê dikêşin ser girîngiya 'Na'yê. Li Agirî û Serheda Bakur dê li dijî rejîma yekzilamî bersiva gel 'Na' be." ‘DÊ BERSIVA ME JINAN NA BE' Taşdemîr, destnîşan kir ku di referandûmê de bersiva jinan zaf girîng e û wiha domand: "Bi salan e jin ji bo nasnameya xwe têdikoşin. Ji bo destekftiyên xwe yên îroyîn bedêlên giran dan. Mixabin îktîdara heyî destkeftiyên jinan jid est wan digire. Dê îktîdarê re bersiva me jinan 'Na' be." ‘CUDAHIYÊN CIVAKÎ TÊN BINPÊKIRIN' Parlementer Berdan Ozturk, bi lêv kir ku di Qanûna Bingehîn a bi referandûmê re dê berpêşî gel bê kirin de hemû cudahiyên civakî hatine binpêkirin û li gor vê hatiye sererastkirin û wiha diyar kir: "Du partî tên gel hev, derdorên civakê yênd in piştguh dikin, di serî de kurd gelek derdoran nahesibînin û li gor vê qanûna bingehîn amade dikin. Ev ji qanûneke bingehîn wirdetir wek fermanekê hatiye sererastkirin." ‘JI ÎKTÎDARA AKP'Ê RE BERSIVA HERÎ MEZIN NA YE' Ozturk, bi bîr xist ku piştî binpêkirina pêvajoya çareseriyê li dijî kurdan şerekî kûr hatiye destpêkirin û wiha axivî: "wisa bawerim ku li dijî îktîdara AKP'ê û dewleta ku bi rêbazên qirêj dixwazin vîna gelê kurd ji holê rabikin, bersiva herî xurt û mezin dê 'Na' be. Cenazeyê Dayika Taybetê hefteyekê li nêv kuçeyê hat rawestandin, cenaze hatin teşhîrkirin û bajarekî wek Şirnexê ji wesfa bajartiyê hat derxistin... ji ber vana divê em bêjin 'Na'. Gelê me dibêje, 'tistek ji destê me nayê.' Dê gelê me di referandûmê de biçe ser sindoqan û bersiva herî mezin û xurt bide û vê hêza gel heye."