Merkel xwest bi Baluken re hevdîtin bike 2017-02-02 10:37:57 ENQERE - Şansolyeya Alman Angela Merkel, cara 6'emîn dê bê Tirkiye ziyaret bike û yekem car bi hêza muxalif re hevditin bike. Merkel, ku îro bê Enqereyê û bi Serokomar Tayyip Erdogan û Serokwezîr Yildirim, Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdris Baluken re hevdîtin bike. Şansolyeya Alman Angela Merkel cara 6'emîn dê bê Tirkiye ziyaret bike bi siyasetmedaran re hevdîtin bike. Merkel ku beriya hilbijartina 1'ê Mijdarê di meha cotmehê de hat Tirkiye, rêgeza Yekîtiya Ewropa (YE) ya qedexeya ziyaretên berî hilbijartinê binpe kiribû. Merkel ji ber vê yekê rastî bertekan hatibû. Merkel dê cara yekem bi hêza muxalif ên Tirkiye re hevditin bike. Merkel, ku îro bê Enqereyê û bi Serokomar Tayyip Erdogan û Serokwezîr Yildirim, Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdris Baluken ku 3 roj berê hat berdan re hevdîtin bike. Çend roj berê Serokwezîra Îngilîstanê Theresa May hatibû Tirkiye û tenê Serokomar û Serokwezîr ziyaret kiribû. Dijberî ziyareta May li bendê ye ku Merkel Meclîsê jî ziyaret bike û li ser mijara penaberan raweste. Merkel ji ber ku berîya hilbijartina di meha îlonê de li Almanyayê pêk bê Tirkiye ziyaret dike bû sedema bertekan. Li bendê ye di ziyareta li Enqereyê de mijaren "mafên mirovan, demokratîkbûn, serdestiya hiqûqê" bê axaftin. Hat zanîn ku Merkel daxwaz kiriye ku bi HDP'ê re hevdîtin bike û bi taybetî daxwaz kiriye ku di hevdîtinê de Baluken jî hebe. Hat zanîn ku Merkel di hevdîtina Erdogan û Yildirim de bi taybetî dê mijara Barageha Încirlikê ku berê bibû mijara niqaşê dê bigirin dest. Dîsa Serokwezîr û Serokomar dîmenên xam ên balafirên Alman Tornado ên ji Sûriye kişandiye ji Merkel dixwaze. Alman jî li gorî peymanê divê tenê dîmenên li herema DAİŞ'ê kişaniye bide. Li gorî agahiyên ku hatin belavkirin jî tê gotin ku Tirkiye hemû dîmenên xam ên ku tevgera YPG’ê û cihê wan dide nîşan ji dixwaze. Daxwaza dîmenên îstîxbaratê yên YPG ku yek ji hevparên Koolîsyona Navneteweyî ye,demek dirêj e di rojeva Tirkiyeyê de ye. Tirkiye 3 mehin dîmenên YPG'ê ji >Alman dixwaze. Parlamenterekî muxalif ê Alman piştrast kir ku Tirkiye zextan li alman dike ku dimenên xam bide Tirkiye. Hat zanin ku Merlet ji bo vê mijarê bi taybetî tê Tirkiyeyê. 'ME DÎMEN BI ENDAMÊN KOALÎSYONÊ RE PARVE KIR' Berdevkê Wezîrê Parastina Alman Albay Boris Nannt, diyar kir ku Tornadoyan tenê dîmenên aydî DAİŞ'ê parve kirine û wiha got: "Me çend hefte berê Tezkere 12 mehên din dirêj kir. Encama firên keşifê li gorî pîvanên tezkereyê me dîmen di çarçoveya têkoşîna bi DAÎŞ'ê re bi endamên koalisyonê re parve kir. Tirkiye jî endamê vê koalisyonê ye."