Yildirim: Referandûm roja hesabpirsînê ye 2017-02-03 09:22:17 AMED - Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim ê referandûmê wek pêngaveke sefereberiyê nirxand wiha got: "Referandûm roja hesabpirsînê ye." Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji bo referandûma guherandina Qanûna Bingehîn biryara "Na"yê wergirt, tevî hevgirtiyên xwe starta xebatên referandûmê da. Serokwekîlê Koma HDP'ê û Parlementerê Mûşê Ahmet Yildirim xebatên referandûmê nirxandin. ‘EM Ê DI REFERANDÛMÊ DE BERSIVEKE XURT BIDIN' Yildirim, anî ziman ku pêvajoya referandûmê têkildarî girtina parlementeran tê meşandin û wiha got: "Navnîşana muxalefeta civakiyî rast dizanin û dizanin ku ya dê dawî li xeyala wan a serokatiyê bîne HDP ye. Operasyonên di vê çarçoveyê de tên meşandin jî ji hêla xwe ya huqûqî, darazî wirdetir operasyonên siyasî yên bi tawanbariyên bêpalpişt in. Ji ber vê em ê di referandûmê de bersiveke xurt bidin." ‘'NA' MEHKÛMKIRINA POLÎTÎKAYÊN ŞERÎ YE' Yildirim, anî ziman ku heke di referandûmê de 'Na' derkeve dê şer raweste û dê derî li aşitiyeke mayînde bên vekirin û wiha axivî: "Di vê pêvajoyê de gotina 'Erê', qebûlkirina sepandinên sal û nîvekê yên teqabulî faşîzmê dikin bi xwe ne. Gotina 'Na'yê û bi taybetî jî li Kurdistanê 'Na', dê li dijî van polîtîkayan bersiveke xurt be, dê redkirin û mehkûmkirina wna be. Dê gelê me bi 'Na'yeke xurt dawî li şerê taybet, şerê qirêj bîne." ‘ROJA HESABPIRSÎNÊ YE' Yildirim, dest nîşan kir ku ew hilbijartina referandûmê wek "Roja hesabpirsînê" dinirxînin û wiha domand: "Roja hesabpirsîna hesabê Mîrayên bîçûk, dayika Taybet, Mehmet Tunç, jêrzemînên wehşetê, şaredariyên hatine xespkirin, pralementerên hatine girtin û hevşaredarên hatine girtine. Ji bo me du wateyên referandûmê hene; yek redkirina rejîma yekzilamî, ya din jî bi taybetî hesabpirsîna sepandinên despotîk ên di sal û nîvekê de xwe dan der. " ‘EM Ê SEPANDINÊN ZALIMANE NEKIN PROPAGANDA' Yildirim wiha domand: "Em ê sepandinên zalimane yên hîn gelê me dijî, em ê nekin zimanê propagandayê. Em propagandaya heke 'Erê' derkeve dê xwîn biherike, şer zêde bibe nekin. Lê belê, em vebêjin heke 'Erê'ya ku dixwze ser sepandinên salên dawî bigire derkeve, dê ev êdî veguhere sazîbûyînekê. Heke 'Na' derkeve dê OHAL bê rakirin, dê krîza aborî kêm bibe, dê derî li aşiyê bên vekirin. Heke 'Na' derkeve dê hemû kedkarên ji kar hatine avêtin vegerin ser karê xwe, heke 'Na' derkeve dê hemû KHK bên betalkirin." ‘PÊVAJOYA SEFERBERIYÊ DEST PÊ DIKE' Yildirim, pêvajoya referandûmê weş pêgaveke seferberiyê nirxand û wiha got: "Em ê salnameya ku dê wê dîmena reşahiyî ya xwe dide der bê serbinokirin diyar bikin. Ji bo me jî pêvajoya seferberiyê dest pê dike."