Fatura lêçûnê di nava CHP'ê de krîz çêkir 2017-02-03 12:21:01 ENQERE - Serokê Giştî yê CHP'e Kemal Kiliçdaroglu, bi hinceta li Meclîsê 1 milyon û 200 hezar Tl lêçûna wê ya ragihandinê heye xwest Elif Dogan Turkmen ji dîwanê îstîfa bike. Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, bi hinceta 1 milyon û 200 hezar Tl lêçuna wê ya ragihandinê heye xwest Parlamentera CHP'ê ya Edeneyê Elif Doğan Türkmen ji Serokatiya Dîwana meclîsê îstîfa bike. Meclîsa Tirksiye jî diyar kir ku lêçûna ragihandinê ya herî kêm aydî Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim e.