Ahmet Turk: Ji nû ve pêdivî bi pêvajoyeke gel bêhnê bigire heye 2017-02-04 15:24:47 MÊRDÎN - Ji navên girîng siyaseta kurd Ahmet Turk ê ji girtîgehê derket ji dîhaberê re axivî diyar kir ku ji nû ve pêdivî bi pêvajoyeke gel bêhnê bigire heye. Turk destnîşan kir ku ji bo vê yekê jî divê aqilê hikûmetê biguhere, ji bo referandûmê jî "fikarên" xwe parve kir. Dur û dirêj qala Ahmet Turk nakin. Navekî demdirêj ê siyaseta kurd e. Gelek pêvajo jiyankiriye, zehmetî derbas kiriye hin caran wekî "baz" hin caran jî "kevok" hatibe binavkirin jî ew her tim wekî Apê Ehmedê kurdan careke din kete girtîgehê û derket. Di girtîbûna xwe ya 43 rojan de 3 nexweşxane û 4 bajaran geriya. Herî dawî rapora "neyînî" ya Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê wî de daye li girtîgehê ji televîzyonê temaşe kiriye û wiha got: "Li qawişên qiraxê li deriyan didan, deng, qêrîn... Min ji hevalê li cem xwe re got ka binêre, çi dibe. Min got dibe ku rapora nexweşxaneyê şermezar dikin. Lê biryara tehliyeyê bûye." Bi ken demên dawî yên li girtîgehê wiha anî ziman. Bê guman gelek kes dixwazin ji Ahmet Turk bipirsin. Di demeke kurt bi ligel rewşa xwe ya westiyayî me hin pirs ji Ahmet Turk kir. * Di serî de derbasî be. Piştî ku hûn ketin girtîgehê jî bileta we ya balafirê hatiye amadekirin we wisa gotibû. Hûn qala biryarekî ku berê hatiye girtin dikin? Bêguman dema ku em li rewşê dinêrin min hema birin balafirgehê. Biletên polîsên ku bi min re bên jî hatibû kirîn, bileta min jî hatibû kirîn. Girtîgeh hatiye eyarkirin. Yanî biryarekî siyasî ye. Ji ber vê yekê jî dîmenên li win ji biryara ku dadger didin wêdetir e. Li ser fermanên hin kesan ez bawer dikim biryara girtinê hat derxistin. * We birin 4 girtîgehan, çend caran riyên nexweşxaneyan... Ji ber vî yekê hûn difikirin ku tehliyeya we jî biryarekî siyasî ye? Bi samîmî bibêjim ku mirov nikare qala hiqûqê, darazekî serbixwe bike. Ez vê nabêjim, di civakê de, hefizeya wan de ev bi tevahî fikra mirovan e. Ji ber vê yekê jî em vî pêvajoyê wekî pêvajoyekî asayî ya darazê ku biryarên serbixwe digire nikarin binirxînin. Mirovên ku aqilê wan li serê wan e ez bawer dikim bi vî rengî difikirin. GIRTIN BIRYAREKÎ NEHIQÛQÎ Û SIYASÎ YE * Ji bo şexsê min gelek daxuyanî hat dayîn. Kampanyayên îmzeyan hatin destpêkirin. Birêz Denîz Baykal heta Mêrdînê hat. Hest, hîs, kalbûna we û nexweşiya we hate ziman. We jî bersiva "Tenduristiya Tirkiyeyê ji tenduristiya min xirabtir e" da. Hinekî dikarin vî gotina xwe vekin? Min nexwest mijara tenduristiyê evqas derkeve pêş. Derveyî îradeya min gelek caran min birin nexweşxaneyê û anîn. Ez dixwazim wî bibêjim. Li vir di esasê xwe de girtinekî nehiqûqî hebû. Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo xizmetî gel bikin me gelek hewl da. Demeke dirêj e di nava siyasetê de me. 6 serdeman parlamenterî kir, di dema dawî ya siyasetê de min xwest li Mêrdînê xizmetî mirovên ku piştgirî dane min bikim, bi îdiayên ku tu bingeha wan tuneye em derketin pêşberî dadgehê. Xemginiya min ji ber vê ye. Dema ku em niha jî dinêrin ji kesekî du kesan de îfadeyên ku hatine girtin ma çiye dibêjin "ji karkeran pere biriye", min li salona dadgehê jî got. Ma şaredarî dikana qesab nîne... Hemû mehaneyên karkeran bêyî ku quruşek jî kêm be ji bo hesabên wan ahtiye razandin. Hin mirovên ku şansê wan nîne şaredariyê bigirin li hemberî vê aciz bûne, bi salan e di nava siyasetê de me, gelek mirovên ku ji min heznakin jî hene. Ev jî dema ku fersendê dîtin îftirayekî wisa kirin. Sibehê dusib dema ku doz bê vekirin dê rûyên kesên ku ev îftira avêtine derkeve holê. Ji bo ku îftirayên xwe îspat bikin dê zehmetiyê bikişînin. Ez di vî mijarê de bi xwe bawer im. Têkldarî min tu nelirêtî, ruşwet tuneye. * Îdiaya we hin kes girtiye kar heye... "Karker girtiye". Li ser eniya tu kesan çi ye nehatiye nivîsandin. Dîsa li vî herêmê hûn nikarin yek malbatekî ku tevlî bûyerên siyasî nebûne bibînin. Carna gelek balkêş e jî hûn dinêrin kurê cerdevan li Kobanê ye. Yanî hûn nikarin cudatiyê bikin. Siyaseta ku partiya siyasî dimeşîne girîng e. Mînak Wezareta Kar ji ÎŞKUR'ê ji hezarî zêdetir kadro dide Şaredariya Rihayê. Kadro dide şaredariyên partiya îxtidarê. Lê ji bo cihê wekî Mêrdînê nû hatiye avakirin ji ÎŞKUR'ê karkerekî jî nade. Ma ez ê li vir cihê mezin kar çawa bidim meşandin. Bêguman li ser taşeronê em ê karkeran bigirin. Karkerên ku me girtine jî jixwe bi taşeronê hatine girtin. Ev jî nîşan dide ku girtin nehiqûqî ye û li ser delîlên razber girtn çêbûne. GELÊ HERÊMÊ NE LI CEM HIKÛMETÊ YE *Di pêvajoya girtina te de herî zêde çi tu xemgîn kir? Ez wekî şexsî li mijarê nanerim. Zêdeyî 70 hevalên me yên hevşaredar hatin binçavkirin û girtin. Hevserokên partiyê hatin girtin, parlamenter hatin girtin. Berî her tiştî wekî dixwazin dînamîtê têxin bin aştiya civakî. Siyasetek bi vî rengî pêş dixin. Lê berî her tiştî îro pêdiviya me bi aştiya civakî heye. Divê gelê tirk bizanibin ku gelê kurd ne dijminê gelê tirk e. Lê siyaseta tê meşandin hêr, kîn û nifrînê pêş dixe. Dibe ku niha bêdengiyek heye. Ev nayê vê wateyê ku gelê herêmê hikûmetê di ecibînin û piştgiriyê didin. Gelê herêmê ne li pişt polîtîkayên hikûmetê ne. Yên difikirin ku gelê herêmê li pişt hikûmetê ye xwe di xapîne. Raste dema îro mirov derdikee kolanê bêdengî heye. Lê gelê herêmê ne piştgiriyê polîtîkayê ye. Divê her kes baş zanibe. TIRKIYE DI NAVA ÇIRAVÊ DE YE Divê Tirkiye ji vê pêvajoya tundiyê xwe rizgar bike. Divê ji nûve pêvajoya diyalogê dest pê bike. Divê her kes ji nûve bi aqilê hevpar tev bigere. Divê her kes dîsa ji bo pêvajoya aştiya demokratîk pêş bikeve têkeve nava hewldanan. Îro Tirkiye li Rojhilata Navîn di nava çiravê de asê maye. Divê xwe di nava Rojhilata Navîn de winda neke. Divê baweriya xwe bi kurdan bîne û bi hevse siyasetek hevpar pêş bixin.Ji bilî siyaseta hevpar a aştiya demokratîk rê û rêbazên din tune. Ez hevîdarim ku di demek nêzîk de aqilê hevpar bi ser bikeve. Her kes dizane ku polîtîkayên îro tu tiştî çareser nake. DIVÊ AQILÊ HIKÛMETÊ BÊ GUHERTIN * Ahmet Turk ê 37 sal berê hat girtin di 2017'an dîsa hat girtin. Ji wê demê heta niha hem ji bo we û hem jî ji bo pirsgirêka kurd hûn çi dibêjin? Raste min 6 serdeman wekîltî kir. 44 salin di nava siyasetê de me. Min salên 1980’ê û salên 94’an dît. Ji wê demê heta niha ez ji daxwazên xwe yên demokrasî, azadî, heq venegeriyam. Lê Tirkiye jî ev yek hêj fam nekiriye. Yên Tirkiye bi rêve dibe bi gotinên nijadî gelên Tirkiye anîn hemberî hev. Ez bawer dikim ku Tirkiye bi polîtîkayên cuda tev geriya bûya dê îro kurd qezenç kiribûna û pirsgirêk çareser kiriBûna. Rêya çareseriya ku Tirkiye ji çirava Rojhilata Navîn rizgar bibe, divê gelê kurd û Tirkiye di qadek demokratîk de bibe yek. Divê siyaseta ku baweriyê didin hev pêş bixin. Hemû tecrubeyên me nîşan didin ku divê aqilê dewlet û hikûmetê bê guhertin. DIVÊ SIYASETMEDAR JI NÛVE ROLA XWE BILÎZIN *Hûn çi pêşniyar dikin? Di salên 1980’an û salên 94’an de destnedayîna wekilan hatin rakirin. Avêtin girtîgehê. Îro Hevserokên partiyên me girtî ne. Hevşaredarên me girtîne. Dê çi bibe? Ev siyaseta bi vî rengî dê heta kengî bimeşe. Ev siyaset dê bêtir mirovan ji hev dûr bixe û baweriya li hemberî hev sist bike. Divê ji nûve pêvajoya siyaseta demokratîk bê destpêkirin. Divê ji nûve bi riya rêbazên demokratîk çareseriyê bigirin dest. Divê berî her tiştî Tirkiye ji vê glok û girêka tundiyê rizgar bikin. Dîsa pêdivî ji pêvajoya ku gel karibe bêhnê bistîne heye. Dema ez vê yekê dibêjim ji bo her kesî dibêjim. Dive her kes ji nûve bifikire Divê siyasetmedar ji nûve karibin siyasetek çareseriyê pêş bixin û rola xwe bilîzin. *Hûn, di agirbesta sala 1993’yan a ji bo aştiyê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re tevlî civîna çapemeniyê bûn. Dîsan ji yekemîn kesên ku beşdarî “pêvajoya çareseriyê” ya 2013’yan bûne ne. Ahmet Turk ê ku di her pêvajoyên krîtîk de derket pêş, divê pêvajoya krîtîkde cezakirina wî ji were jî balkêş tê gelo? Li welatên ku çanda demokrasiyê pêşneketiye çûnûhatinên wiha dibin. Carna ji bo aştiyê hûn dixwazin gelek tiştan bikin lê hewldana we ya ji bo aştî, demokrasi û hewldanên ji bo pêşerojek demokratîk carna cuda tê şîrovekirin. Tirkiye vê dijî. GOTINÊN OCALAN HÊVÎ DA *Dema hûn di sala 2013’yan de çûn hevdîtina Îmraliyê we çi hîskir, hûn ji bo aştiyê bi hêvî bûn? Birêz Ocalan wiha got: “Tu ji bilî vekirina riya siyaseta demokratîk tu alternatifek din tune ye. Ji bo em riya siyaseta demokratîk vekin divê em hemû dinava hewldanan de bin.” Ev hêvî da bû min. Dîsan bi hevdîtinên hikûmetê re hêviyên hêviyên min çêbûn. Lê dema hesabên siyasî derketin holê hemû hêvî dikarin di rojekê de bên tunekirin. Tabloya ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê derketin holê, pêvajoya guherîna polîtîkayên hikûmetê destpê kir. Ev jî pêvajoyek nerênî bû. Ger me li vir pêvajoyek bi sebir birêve bira, pêşiya siyaseta demokratîk vekiriba, berfireh bikira, ne navnîşan çareseriya siyaseta demokratîk nîşan bikira me dê îro ev êş nekişandana. JI BO REFERANDUMÊ FIKARÊN MIN HENE *Em di pêvajoya referandumê de ne. Hewa germ dibe hûn çawa dinirxînin? Min 6 serdeman parlamenteri kir. Min her tim rejîma demokratîk a parlamenteriyê parast û ez ê parastina wê bidomînim. Pêwîstî bi pirsîna fikrê min jî tune ye. Siyaset û fikra min diyare. Gotina “Erê” yan “Na” mafê her hilbijêrekî ye. Ya girîng ewe ku bi vîna azad çûna ser sindoqê û gel bi vîna azad deng bi kar bîne ye. Divê şert û mercên ku bêyî di bin zextan de bimîne dengê xwe bikar bîne bê avakirin. *Ev pêkane goel? Fikarên min hene. Ez dixwazim bi vekirî bejim. Agahiyên ku niha min girtine û tiştê ku dibinim, şert û mercên ku gel bikaribin bi vîna xwe ya azad deng bikar bînin tune ye. *Aliyên Hikûmetê dibêjin ger di encamê de “Erê” derbikeve dê gelek pirsgirêk bên çareserkirin û dê Tirkiye bigihije rihetiyê… Bi dawîbûna şer û pevçûna bi mirovan ve girêdayî ye. Ger em dixwazin ev şer bi dawî bibe, em dixwazin hemû kesî himbêz bikin, polîtîkayên ji bo vê girîngin. Me di rejîmên demokratîk, pergalên parlamenteriya demokratîk de ji vê re çareserî nedît, emê di zihniyet û rêveberiya mirovekî de çaseriyê vê bibinim? Ez tevlî vê nabim. *Dema hûn ketin girtîgehê hevjîna we Mulkiye xanim ji me re gotibû “jiyana min bi bendê mayînê derbas bû.” Hûn dixwazin tiştek bêjin. (Dikene…) Siyasetmedarên kurd gelek berdêl dan. Yek ji kesên ku kêm berdêl dane ez im. Ji girtîgehan dem bi dem name ji min re dihatin. Ji girtîgeha Şakranê, girtîgehên cuda, jin, zilam û mirovan ji me re dinivîsandin. Yekê digot ev 22 sale di girtîgehê de ye, yekê digot ev 3 sale. Bi rastî dema mirov rewşa wan dibine, jê bandor dibe. Li ber yan wan ya me tune dibe. Sedat Yilmaz / Aynur Înedî - dîhaber