Yuksek: Divê ewil siyasetmedar bên berdan Turk: Jibilî çareseriyê rê nîne 2017-02-05 15:02:31 MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê DBP'ê KAmuran Yuksek ê çû serdana Ahmet Turk ê ji girtîgehê derket wiha got: "Di pêvajoyekî ku siyasetmedar girtî nê çareserî nabe. Divê ewil siyasetmedar bên berdan." AHmet Turk ê gotina "Ev dê wisa neçe" bi kar anî diyar kir ku jibilî çareseriyê tu rê nîne. Serdanên ji bo Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk ê ji girtîgehê derket berdewam dike. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik, parlameterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan û HDP'î û DBP'î çûn serdana Turk. Serdan li Tesîsên Buhara ya Qoserê pêk hat. Li vir Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek axivî û wiha got: "Gelê kurd Ahmet Turk wekî 'bira' dibîne. Ji ber vê yekê girtina wî nayê qebûlkirin. Ew dîsa li cem me ye em dibêjin derbasbûyî be. Ew ê wekî heta niha ji niha û pêve jî têkoşîna aştiyê bidomîne. Daxwaza me hemûyan pêkanîna aştiyê ye. Ew hate berdan lê hê jî bi sedan siyasetmedarên me, hevşaredar û parlamenterên me girtî ne. Di pêvajoya ku siyasetmedar girtî ne de çareserî nabe. Ji ber vê yekê jî divê ewil siyasetmedar bên bedran. Em di vî warî de hêvî dikin ku berdana Ahmet Abî bibe gavek. Hete gavên bi vî rengî bên avêtin dê li herêmê hewaya aştiyê derkeve holê. 'BERDANA AHMET TURK ŞERMA GIRTINÊ VENAŞÊRE' Ahmet Turk nirxekî girîng ê gelê kurd e. Nirxekî me yê girîng e. Hate dîtin ku Ahmet Abî ji bo gelên Tirkiyeyê jî nirxekî bi qîmet e. Hemû kesan bihistiyarî nîşandan. Li hemberî girtina wî nerazîbûnn nîşandan. Girtina wî şermekî mezin bû berdana wî vî şermê venaşêre. Çi dibe bila be divê hin tişt bên kirin. Di warî siyasî, hiqûqî wêdetir warê mirovî de wekî çanda vî axê em şaş dibînin. 'GER KU ÎRADEYA NETEWEYÎ ÎRADEYA GEL BE...' Divê siyasetmedar li derve siyasetê bikin. Di serî de pirsgirêka kurd em bawer dikin ku hemû pirsgirêk bi siyasetê bê çareserkirin. Em bawer dikin ku parlamenter û hevşaredarên me ji bo vê yekê pêşengiyî bikin. Em dixwazin îradeyên gel ên hatine hilbijartin bên berdan. Ger ku îradeya neteweyî îradeya gel be divê hevalên me demildest bên berdan. Em dixwazin ji bo van pirsgirêkan çareseriya siyasî bînin. Qatlîam şîdet, girtin encamê nade." Piştî Yuksek, Ahmet Turk axivî. Turk jî wiha got: "Ez ji bo serdana hevalên xwe yên siyasetmedar spasiyên xwe pêşkêş dikim. Em ê qîmeta gel dide me ji bîr nekin. Ez ê ji bo daxwazên gel ên aştiyê têkoşîna xwe bidomînim. Ez îro hatim berdan, nîvî emrê min li zindanê derbas bû. Lê parlamenter, hevserokên me li hundir in min li hevalên xwe li pey xwe hişt. Pêvajo ji bo kurdan û hêzên demokrasiyê tu caran rehet derbas nebû. Me salên 80, salên 9='an jiyan kir. Me her tim îspat kir ku polîtîkayên pêkûtiyê kêrî tiştekî nayê. Îro careke din hevalên me bêhiqûqî tên girtin. Ev dê wisa neçe. Navnîşana çareseriyê diyalog e, aştî ye. 'EM LI HÊVIYA PÊVAJOYEKÎ ÇEK BÊDENG BIBIN IN' Rojhilata Navîn îro bûye avzêl. Em bi demokrasiyê dikarin ji vî avzêlî derkevin. Kurd dijminê tu gelan nînin. Tekane daxwaza kurdan înşakirina jiyanekî bihevre ye. Bi nirxên demokratîk gihandina hev e. Pêvajo çiqas zehmet be jî em li hêviya pêvajoyekî ku çek bêdeng bibin in. Sed sal jî şer bidome divê em vî pirsgirêkê bi aqilekî hevpar çareser bikin. Jibilî vî rê nîne." 'GER KU GELÊN TIRKIYEYÊ BIBIN YEK DÊ YEKÎTÎ PÊK BÊ' Dema girtîbûna min de hemû kesan hewl da. Ji ber vê yekê spasiyên xwe li hemû kesan dikim. Ez hêvîdar im dê hevalên me bên berdan, diyalog û aştî ji nû ve dest pê bite. Îro roj roja yekîtiyê ye.Tenê ji bo kurdan naxwazin. Em ji bo hemû gelan têdikoşin. Ji ber vê yekê divê hemû siyasetmedar bi aqilekî hevpar tevbigerin. Heke yekîtî pêk bê dê aştî pêk bê."