Yekîtiya Ewropa Qanûna Bingehîn xistin bin çavdêriyê 2017-02-06 10:16:41 ENQERE - Heyeta Komîsyona Venedîkê ku yek ji organên mijarên hiqûqî ya Qanûna Bingehin a Ewropa ye, dê îro li Enqereyê lêkolîn bikin û rapor amade bikin. Li Tirkiye niqaşên der barê referandumê û guheritna Qanûna Bingehîn a ku ji aliyê AKP û MHP'ê ve hat amadekirin didome. Li aliyê din Heyeta Komîsyona Venedîkê ku yek ji organên mijarên hiqûqî ya Qanûna Bingehin a Ewropa ye, dê îro li Enqereyê lêkolîn bikin û rapor amade bikin. Komisyon, dê li Enqere bi Serokwekîlên Komên AK Partî, CHP û HDP'ê re hevdîtin bikin. Heşet piştî lekolîn û çavdêriyan dê di serê meha Adarê de rapora xwe amade bike. Heyet piştî raporê amade bike dê pêşkêşî Yekîtiya Ewropa û Komîsyona Ewropa bike. Heyet, dê binenere ku pakêta Qanûna Bingehîn a Tirkiye li gorî hiqûqa navneteweyî ye an na tespît bike. Rapor, li gel Konseya Ewropa dê di pêşketina endamtiya Yekîtiya Ewropa de jî bibe diyarker. Serokwekîlê Komîsyona Venedikê yê İzlandayî Herdis Kjerulf Thorgeirsdottir û heyeta pêre dê esasî li ser lihevkirin û hevsengiya dinavbera daraz, rêveberî û zagonçêkeriyê rawestin. Dê tespît bike ku bi vê pergalê çiqas daraz serbixwe be. Dîsa referanduma ku di şertê OHAL'ê de pêk bê dê çiqas hiqûqî be lêkolîn bikin. Heyet dê li Enqereyê bi saziyên sivîl ên civakî û rayedarên daraza bilind re jî hevdîtin bikin.