Dê Erdogan û Trump tenê 20 deqîqeyî hevdîtinê çêbikin 2017-02-07 17:46:46 ENQERE- Dê 45'emîn Serokê DYA'yê Donald Trump û Serokomar Erdogan tenê 20 deqîqeyê hevdîtinê çêbikin û hûrguliyên vê hevdîtinê hatin daxuyandin. Dê Serokomar Tayyip Erdogan û Serokê DYA'yê Donald Trump îşev bi riya telefonê hevdîtinê çêbikin. Çavkaniyên Serokomartiyê ragihandin ku dê di navbera her du pêşengan de bi riya telefonê hevdîtin bê çêkirin û dê ev hevdîtin saet di 00.05'an de çêbibe. Qesra Spî jî dest nîşan kir ku hevdîtina Erdogan û Trump a bi riya telefonê di bernameyê de cih girtiye. Reutersê jî ragihand ku piştî axaftina Trump a bi Erdogan re, 20 deqîqe şûnde dê Donald Trump bi Serokwezîrê Îspanyayê Marîano Rajoy re hevdîtinê çêbike.