Erdogan: Em şert û mercên demsalê dinirxînin 2017-02-07 20:59:18 ENQERE - Serokomar Erdogan ê pêşeroja Tirkiyeyê bi serokatiya xwe ve girêda û spasiyên Bahçelî kir, derpêş kir ku ew di mijara referandûmê de "şert û mercên demsalê" dinirxînin. Serokomar Tayyip Erdogan, têkildarî nîqaşên netesdîqkirina guherandina Qanûna Bingehîn a 12 rojan li Meclîsê hat rawestandin û paşê ji Qesra Serokomariyê re hat şandin, daxuyanî da. Erdogan wiha got: "Ji ber Serokomar im divê binirxînim." Erdogan, diyar kir ku ew şert û mercên demsalan jî dinirxînin û ew li ser "dê kengî û çawa referandûm bê kirin"ê jî dixebitin û wiha got: "Tenê ne xwendin, tesdîqkirin an jî redkirin e." Erdogan, got ew ê di nava vê hefteyê de der barê Qanûna Bingehîn de biryarê bide. Her wiha Erdogan, ji ber axftinên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli yê di civîna koma xwe de kirin jî spasiyên xwe pêşkeş kir.