Dozger ji parlamenter Kaya re 25 sal ceza xwest 2017-02-09 12:49:42 AMED - Derbarê parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya ku li Afyonê hat binçavkirin de doza ku 25 sal ceza jê re tê xwestin hat vekirin. Dadgehê ji bo doza Kaya biryara bêrayetiyê da û şand Afyonê. Li çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin, derbarê parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya k udi 28’ê Sibatê de li Afyonê hat binçavkirin, anîn Amedê û bi şertê kontrola edlî hat berdan bi daxwaza 11 heta 25 salan ceza doz hat bekirin. Di îdîamaneya ku ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin de ji ber tevlî çalakiyan bûye bi “endamê rêxistinê ye”, “propagandaya rêxistinê kiriye”, “gel tehrîkî meş û çalakiyan kiriye” tê sûcdarkirin. Di îdîanameyê de hat diyarkirin ku dosyayên lêpirsînên derbarê Kaya de hatine vekrin ji ber hevpariya çalakiyan kirine yek û wiha hat gotin: “Di çarçoveya lêpirsînê de Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji bo îfade bide nivîs ji Kaya re şandiye lê Kaya îfade ne daye.” Her wiha di îdîamaneyê de gotinên Kaya yên dema li navçeya Sûra Amedê kirine jî wekî sûc hatin nîşandan. Her wiha dozgeriyê jî derbarê Kaya de got ku “Her çiqas Huda Kaya sucdariyan ne pejirîne jî endama MYK’ê ya partiyê ye.” Dozger xwest ku Kaya ji ber sûcdariyên hatine nîşankirin bê cezakirin.