‘Niha tenê pêdiviya me bi yekîtiya netewî heye' 2017-02-10 09:09:06 ÎDIR - Birayê yek ji avakarên Weqfa Gelê Azadiyê ya Kurd Parêzer Medet Serhat, Kadir Serhat dest nîşan kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn mecbûriyeta yekîtiya netewî ya kurd û lezgîniya wê ferz dike. Yek ji pêşengên eşîreta Sipkiyê Yaşar Aydin jî got, di çend salên dawî de hemû cîhanê hêza gelê kurd dîtiye û anî ziman ku, niha pêdiviya wan a herî mezin yekîtiya netewî ye. Ji bo kombûna Kongreya Netewî ya kurd bangawazî didomin. Yek ji pêşengên eşîreta Sipkiyê Yaşar Aydin û birayê yek ji avakarên Weqfa Gel û Azadiyê ya Kurd Parêzer Medete Serhat ê hat qetilkirin, Kadir Serhat jî ji bo kombûna kongreyê bang kirin. ‘DIVÊ EM DEV JI EŞÎRPARÊZIYÊ BERDIN' Kadir Serhat, dest nîşan kir ku heke kurd yekîtiya xwe çênekin dê li Rojhilata Navîn rastî her cure talûkeyê bên û wiha axivî: "Divê êdî em dev ji eşîrparêziyê berdin. Berê me nizanibû yekîtiya netewî çî ye. Li Sûriye, Iraq û Îranê hayê me ji kurdan tune bû. Kengî em hay ji girîngiya yekîtiya netewî çêbûn, kurdên li 4 perçeyan nêzî hev bûn. Serkeftina li Sûriyeyê wek êşê xwe li vir dide der. Çimkî, hêzên yektiya kurdan naxwazin me wek kurdên Sûriyeyê, kurdên Îranê, kurdên Iraqê cuda dikin. Ji bo em nebin yek çi ji destên wan tê dikin." Serhat, dest nîşan kir ku geşedanên li Rojavayê ji bo yekîtiya netewî firsendek e û wiha axivî: "Li Rojavayê kurdan şerê man û nemanê kir. Bila her kes baş bizanibe, kurd çi qas zû bigihîjin hev dê ewqas zû jî azad bibin." Serhat, diyar kir ku heta yekîtiya netewî çênebe dê ji bo kurdan polîtîkayên îmha û înkarê bidomin û wiha got: "Ji ber bi sala ye gelê kurd nebûye yek, sancûyên azadiyê dikêşe. Ji bo azadiyê bedêlên giran dan. Heke em bibûnan yek dê li 4 perçeyan evqas êş nehatanan kişandin." Serhat wiha domand: "Em ji kekê xwe Medet Serhat hînî girîngiya yekîtiya netewî bûn. Ji bo riya me ronî bike bi salan di girtîgehê d ema, bêwestan têkoşiya. Ji me re rasteqîniya gelê kurd û zilma li ser kurdan a li 4 perçeyan vedigot. Ji ber Medet kovara "Denge" derxist ket girtîgehê, lê ranewestiya. Li gel ewqas bedêlan ji bo em destkeftiyên xwe winda nekin, divê em bibin yek. Divê em vê ji bo nifşên nû bikin. Divê em berjewendiyên şexsî deynin kêlekekê." 'DIVÊ EM BITEVKARIYÎ TEVBIGERIN' Yek ji pêşengên eşîreta Sipkiyan Yaşar Aydin ê 79 salî jî got, ew hay ji girîngiya yekîtiya netewî ya kurd hene û wiha got: "Ciwanên ku eşîrparêzî û şêxîtiyê qebûl nekirin û dema dîtin ev xesarê dide me serî rakirin û gotin, 'Bijî Azadî'. Ji bo azadiya gel divê em bi hevdu re tevbigerin. Bi saya ciwanan perdeya li ser çavên me jî rabû." ‘HÊZ Û WÊREKIYA ME HEYE' Aydin, got gelê kurd bi salan hatiye înkarkirin û wiha axivî: "Li Kurdistana perçe perçeyî bûye nêzî 70 milyon kurd hene. Lê belê, hayê me ji hevdu tune ye. Bi salan li Tirkiyeyê gotin 'kurd tune ye.' Em xwedî ew hêze ne ku dikarin li dijî cîhanê serî rakin û li gel wêrekiya me jî heye, me her tim serî tewand. Eşîrparêzî kurdan perçe kir. Nehiştin em bên gel hev. Heke kurd dev ji axatî, şêxîtî û eşîrparêziyê berdin, dê nasnameya kurd bi cîhanê bidin qebûlkirin."