Parlamenter Îrmez: Dê hêrsa înfaz û kuştiyan ji sindoqan derkeve 2017-02-10 09:12:58 AMED - Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, diyar kir ku heke di sandoqan de "Erê" derkeve dê her kes bi awayekî potansiyelî bibe şirnexî. Îrmez, ji bo "Na"yê bang her kesî kir û wiha got: "Dê hêrsa înfazan, kuştiyan ji sandoqan derkeve." Me ji Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez nebza referandûmê ya bajarê lê hatiye hilbijartin pirsî. Îrmez jî yek ji wan şirnexiyan e ku, di 1992'yan di 7 saliya xwe de rasteqîniya şer dinase. Îrmez a di Newroza 1992'yan de dayika xwe winda kir, pêkanînên rastî wan hat wiha pûxte kir: "Ez niha şahidiya zarokên ku wek min dayikên xwe winda kirine dikim." Îrmez, diyar kir ku polîtîkayên şerî yên hikûmetê hîn jî didomin û got, rûxandina heyî li bajêr encam refarndûmê nîşan dide. İrmez, anî ziman ku tiştên li Şirnexê qewimîn ji aliyê raya cîhanê ve tên zanîn û got, di dema "qedexeya derketina derve" ya 246 rojan doman de, dewlet bi her cure argumanên xwe yê şer bajêr rûxandiye. ‘DÊ GEL LI SINDOQAN HÊRSA XWE YA JI BER ŞER NÎŞAN BIDE' Îrmez, anî ziman ku di dema qedexeyên hatin îlankirin de avahiyên partiyên wan hatine rûxandin û piştî qedexeyê li herêmê hemû siyasetmedar hatine girtin û wiha axivî: "Siyaseta kurd tê berterafkirin. Li bajêr hemû rêveberên partiya me yên bi awayekî aktîf dixebitîn hatin girtin. Em ê li gel van polîtîkayn jî, li Şirnexê û navçeyên wê mal bi mal bikerin û xebatên xwe yên rêxistinbûyîn bi rê ve bibin. Dê xebata me tenê li ser çûyîna sidoqan be. Divê gel hêrsa xwe bide der. Gel tu serdemê rastî van sepandinên xoyrat nehatibû. Me her cure qirêjiya û nexweşikiya şer dît." ‘SEDDAMEKÎ NÛ TÊ AFIRANDIN' Îrmez wiha axivî: "Vîna gel li holê ye. Ji ber vê dê gel li dijî şerê didome bi 'Na'yê bersivê bide. Heke ji guherandina rejîmê re 'Na' bê gotin, dê li Cizirê ji şewitandina mirovan, li Şirnexê ji rûxandinê re 'Na' bê gotin û dê li dijî van pêkûtiyan bibe bersiv. Referandûm, ji bo nixumandina sûcên şerî, guherandina Qanûna Bingehîn e. Bi guherandina Qanûna Bingehîn dixwazin Seddam, Qedafiyekî nû biafirînin. Ji ber vê di dema çûyîna sandoqan de divê li Şirnexê bê nihêrîn." ‘DÊ HÊRSA MIRINAN JI SINDOQAN DERKEVE' Îrmez, bersiva pirsa “Heke ji sindoqê 'erê' derkeve dê çi bibe?" wiha da: "Dê her kes bi awayekî potansiyelî bibe şirnexî." İrmez wiha domand: "Gelê Şirnexê, xwedî li nasnameya xwe, li zimanê xwe derdikeve. Li Tirkiyeyê gelê xwedî li azadî, edaletê derdieve, bi ehman awayî dibe mala wî bê rûxandin, ji cihê xwe bibe, bê girtin. Ji aliyê gelên Tirkiyeyê ve parastina 'Na'yê parastina jiyan û azadiyê ye." Îrmez, herî dawî bang li her kesî kir da di referandûmê de dengê 'Na'yê bilind bike.