Serokê CHP'a Wanê Kurukçu: Em ê xesarên 'Erê'yê vebêjin 2017-02-11 09:32:07 WAN - Serokê CHP'a Wanê Mehmet Kurukçu, dest nîşan kir ku li ser derdorên muxalif OHAL wek amûreke çewisandinê tê bikaranîn û got, ew ê ji bo kampanyaya "Na"yê mal bi mal bigerin û xesarên "Erê"yê vebêjin. Serokê CHP'a Wanê Mehmet Kurukçu, dest nîşan kir ku di pêvajoya Rewşa Awarte (OHAL) de dê ji referandûmê encamên tenduristiyane neyên bidestxistin û bang kir, da demildest dawî li OHAL'ê bê. ‘DI NAVEROKA WÊ DE YEKZILAM Û DÎKTATORÎ HEYE' Kurukçu, dest nîşan kir ku di madeyên ku guherandina Qanûna Bingehîn dihebînin de ji guherandina pergalekê wirdetir guherandina rejîmekê di xwe de dihebînin û wiha axivî: "Mixabin di naveroka wê de têkildarî yekzilam û dîktatoriyê madeyên zaf talûke hene. Dê di vê pergalê de qanûnçêkirin, birêvebirin û daraz têkevin destê Serokomar. Ev guherandina rejîmê ye. Meclîseke ku 80 milyon mirov wê hilbijartine dê serok bi tena serê xwe wê fesix bike. Ma li vir em dikarin behsa demokrasiyê bikin? Çima dê her tişt têkeve destê kesekî tenê. Ji ber vê em li dijî vê guherandina Qanûna Bingehîn in û ji bo 'Na' derkeve em ê heta dawiyê bitêkoşin." ‘EM Ê XESARÊN 'ERÊ'YÊ VEBÊJIN' Kurukçu, diyar kir ku dîktatorî pirsgirêka welat û demokrasiyê ye û der barê xebatên ku ew ê ji bo referandûmê li Wanê bikin jî agahî dan. Kurukçu yê got, "Em ê mal bi mal bigerin û xesarên 'Erê'yê vebêjin wiha axivî: "Ev referandûm ne pirgsirêka CHP'ê ye û em vê wisa nabînin. Em bang li gelê xwe dikin ev wek gel, wek welatiyan pirgirêka welatekî ye, û pirgirêka demokrasiyê ye. Em ê di di pêvajoya pêş de serokê xwe yê giştî jî bînin vir. Kurukçu, gotina Serokwezîr Yildirim a "Yên bibêjin 'Na' xayînê welat in' jî bi bîr xist û got, ew ê di xebatên xwe de teqez ji nêzîkatiyeke ku gelan bera hev dide û berberiyê çêdike dûr bisekinin. ‘OHAL WEK AMÛREKE ÇEWISANDINÊ TÊ BIKARANÎN' Kurukçu, dest nîşan kir ku gumana wan ew e ku di pêvajoya OHAL'ê de dê encamên referandûmê jî ne tenduristiyane bin û balê kişand ser van xalan: "Bi yek gotinê, dê encamên referandûma ku di OHAL'ê de bê çêkirin ne tenduristiyane bin. Hêz di destê derdorekê de hatiye berhevkirin, li ser derdora muxalif çewisandin hene. Referandûma ku dê di pêvajoya OHAL'ê de bê çêkirin jî dê ne demokratîk be. Bi xemsariyî diyar dikim, serokomarê me ji roja hatiye ser kar qet bêalîgiriya xwe neparastiye û her tim bi alîgir nêz bûye. Li vir em dubare bang dikin, divê di pêvajoya referandûmê de OHAL bê rakirin. Di vê pêvajoya ber bi referandûmê diçe de, tu hincetekî hebûna OHAL'ê tune ye. OHAL lis er derdorên muxalif wek amûreke çewisandinê tê bikaranîn." ‘DÊ YAFTAYEKÊ BI HER KESÎ VEBIKIN Û XEBATAN ASTENG BIKIN' Kurukçu, diyar kir ku dê di pêvajoya referandûmê de xebatên ji bo "Na"yê bên astengkirin û wiha axivî: "Madem ez ber ez diçim hilbijartinê û ji bo ez hin kesan îknayî 'Na'yê bikim, em ê vê çawa bikin. Dê di pêvajoya OHAL'ê de bi destê kesan bigirin ya dê demxeya FETO'yê bi wan ve bizeliqînin an jî dê demxeyeke din. Lê alîgirên îktîdarê, çawa be di dest wan de derfet zêde ne. Ji bo em behsa pêvajoyeke adil bikin, divê OHAL bê rakirin." ‘GIRTINA HILBIJARTIYAN, ÎPOTEKA LI SER VÎNA GEL E' Kurukçu, diyar kir ku divê di pêvajoya referandûmê de her kes di şert û emrcên adil de tevbigere û dest nîşan kir ku, siyasetmedarên hatine girtin ji van mafan hatien mehrûmkirin. Kurukçu, têkildarî girtina hevserokên giştî û parlementerên HDP'ê de jî got, "Ev şerma welat e, şerma demokrasiyê ye" û wiha axivî: "Heke dê di vê pêvajoyê de tişteke adil çêbibe, divê her kes dobra dobra derkeve û çima dibêje 'Erê' û çima dibêje 'Na' vebêje. Heke li welatekî ev tişt niakribin bên kirin, nexwe li vir xespa demokrasiyê heye. Belkî sibê li ser sindoqan jî ev astengî derkevin. Heke çewtiyeke serokê şaredariyê hebe, dê bê darizandin. Lê li şûna wî endamên meclîsa şaredariyê hene, dibe yek jê derbasî cihê wî/ê bibe. An jî dê li wir ji nû ve hilbijartin bê çêkirin. Ev xwazî bila AKP, MHP, CHP û HDP'î be ferq nake, lê li tayînkirina qeyûman îpotekirina vîna gel e."