Pêşnûmeya rastî bertekan hatin li komisyonê vegerandin 2016-11-22 08:52:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîr Binali Yildirim, diyar kir ku peşnûmeya rastkirina îstismara zayendî ku îro li Meclîsê bihata niqaşkirin, li komîsyonê vegerandine. Piştî jin daketin qadan û bertek nîşanî pêşnûnamyê dan pêşnûma paşve hat kişandin. Serokwezîr Binalî Yildirim li Balafirgeha Ataturkê pirsên rojnamegeran bersivand û têkildarî pêşnûmeya îstîsmara zayendî ku îro li meclîsê bê niqaşkirin agahî da. Serokwezîr Yildirim, diyar kir ku peşnûmeya rastkirina îstismara zayendî ku îro li Meclîsê bihata niqaşkirin, li komîsyonê vegerandine. Yildirim, têkildarî pêşnûmayê got: "Efoya tecawizkar tune ye. Ev birînek xwîn dibe. Divê em vê yekê bibînin. Ger ku ji muxalefetê pêşniyar bê em dê li ber çavan bigirin. Em pêşnûmayê dîsa li komîsyonê vedigerînin. Em dê dîsa pêşnûnayê binirxînin û bigînin çareseriyekê." Yildirim, da zanîn ku ger zewaca di temenê biçûk de li gorî 'rizaya' du seriyan be jî li gorî qanûnan qedexe ye û sûc e. Beri îktîdara AK Partiyê sûcekî wisa tune bû. AK Partiyê hem ji bo ciwanan û hem jî ji bo malbatê biparêze zewaca berî reşîdbûnê 'bi riza wan be jî' wekî sûc pênase kir. Lê ciwanên ku vê guhertinê nizanin di temenên 17-18 salî de dizewicin. Piştî zarokên wan çêdibin û diçin nifûsê fêr dibin ku ev sûc e. Ji carekê ve qîyamet rabû gotin çiye? 'Tecawizkar tên efokirin' Tiştekî wisa tune ye. Armanca me me vê mexdûriyetê rast bikin. Yên pêşniyar û teklifa wan hebe bila bînin em niqaş bikin. Ji bo yên muxalif pêşniyarên xwe pêş bixin em vê pêşnûnamê dîsa li komîsyonê vedigerînin. Komîsyon dê fikr û pêşniyarên her kesî li ber çavan bigire û li çareseriyê bigere." Hemu sazilyên jinan ên herêmê û Tirkiye li her derê derketin kolanan û bertek nîşanî vê peşnûmayê dan. Piştî ji hemû beşên civakê bertek zêde bûn, Serokwezîr daxuyanî da û diyar kir ku ew vê pêşnûmayê paşve dikişînin.