Birdal: Bêyî azadiya çapemeniyê, demokratîkbûyîna çapemeniyê nepêkan e 2017-02-12 09:11:58 MÊRDÎN - Endamê Koma Diyalogê û parêzvanê mafên mirovan Akin Birdal, diyar kir ku di referandûmê de dengê kesên dibên "Na" di warê ragihandina gel de rastî zehmetiyan tên û wiha got: "Bêyî azadiya çapemeniyê, mirov nikare behsa referandûmeke demokratîk bike." Endamê Koma Diyalogê û parêzvanê mafên mirovan Akin Birdal ê ji bo serdana Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê hat tahliyekirin hat Mêrdînê, têkildarî referandûmê pirsên dîhaberê bersivandin. Birdal, got hlbijartina referandûmê noqteyeke şaş a tevgerînê ye û anî ziman ku, dê maf û azadiyên bingehîn nebin mijara referandûmê. Birdal, dest nîşan kir ku kirdeya qanûneke bingehîn a sivîl û demokratîk her kes e. Niha her kes bi awayekî serbest û demokratîk beşdarî pêvajoya vê referandûmê nabe. Ev pêvajo esasên rêveberiya yekzilamî di xwe de dihebîne. Halbû ev erdnîgarî erdnîgariyeke piralî ye; kurd, nasnameyên cuda, bawerî, jin kedkar. Her kes ji vê Qanûna Bingehîn re nikare bêje ya min e. Mirov xwe tê de nabînin. Ji ber vê Tirkiyeyê ber bi veqetînekê ve diçe." Birdal, dest nîşan kir ku di refandûmê de dubendiyeke "Erê" û "Na"yê heye û got, rewşa herî xerab jî ya kesên li nîvekê dimînine. Birdal wiha axivî: "Dê ew bi tenê bimînin. Kesên dibêjin 'erê' rejîmeke hîn tengtir, hîn dorpêçker û otorîter û hîn despotîktir dixwazin. Yên dibêjin na jî dixwazin civakeke azadîxwaz, wekhev û demokratîk bê avakirin." ‘CÎHANA ROJAVAYÎ BÊDENG DIMÎNE' Birdal, bi bîr xist ku di nêvengeke wisa de Hevserokên Giştî û 12 parlementerên HDP'ê, 54 hevşaredar girtî ne û qeyûm tayînî 74 şaredariyan hatiye kirin. Birdal, li dijî van pêkanînan bêdengiya Ewropayê rexne kir û wiha axivî: "Ewropa, cîhana rojavayî çi dibêje? Halbûkî ji bo wan bivênevêya demokrasiyê kesên hilbijartî ne. Ne parlementerek, serokê şaredariyekê, endamekî, rêveberk jî heke hatibe hilbijartin ji bo wan esas e; lê mixabin îro li hemberî girtina hilbijartiyan bêdeng in." Birdal, dest nîşan kir ku di pêvajoyeke wisa de mafên agahîwergirtin û nûçewergirtina mirovan hatiye binpêkirin û wiha domand: "Duh, mînak tevgera yekîtiyê ya ji bo demokrasiyê û hêzên din ên demokrasiyê kampanyaya 'Na'yê dan destpêkirin. Baş e, lê em ê van sedemên xwe çawa ji civakê, ji gel re vebêjin? Qenal hatin girtin, em riya we û civaka medyayî xwe îfade dikin, lê belê bêyî azadiya îfade û çapemeniyê mirov nikare behsa demokratîkbûyîna referandûmê bike." 'ÎHTIMALA 'NA' DERKEVE ZÊDE YE' Birdal, dest nîşan kir ku li gel her tiştî di referandûmê de îhtimala "Na" derkeve zêde ye û anî ziman ku, li herêmê hin gotegot hene ku dibêjin dê hin hilbijêrên kurd bibêjin "Erê", lê ev nerast in û diyar kir ku, sûcên herî mezin li dijî kurdan pêk hatiye, ji ber vê referandûm ji bo kurdan firsenda hesabpirsînê ye. Birdal diyar kir ku, ew di 16'ê Nîsanê de her kesî vedixwînin "Na"yê. Birdal, anî ziman ku ew di şexsê Ahmet Turk de ji bo piştevaniya bi hemû gelê herêmê wek Koma Diyalogê hatiye û got, ew ê hefteya bê bi civîneke çapemeniyê çima dibêjin "Na" ragihînin.