Dogan: Elewî dê ji vê qanûna bingehîn re bêjin 'Na' 2017-02-13 09:05:22 ÎZMÎR - Parlamenterê HDP'ê Muslum Dogan diyar kir ku elewî dê di referandûma 16'ê Nîsanê de bibêjin "Na" û wiha axivî: "Werin em li vî welatî şertên jiyana hevpar ava bikin. Di qanûna bingehîn a ku hemû reng bên cem hev û çêkir de dê pirsgirêkên tu kesan nebe." Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îzmîrê Muslum Dogan diyar kir ku xebatên referandûmê di şertên wekhev de nayê kirin û wiha berdewam kir: "Em gel û baweriyên ku girêdayî azadiya xwe ne bigihîjin hev û hemû pêkutiyan pûç bikin. Kesek nikare gihandina me ya asteng bike. Dikarin saziyên çapemeniyê ji me re bigirin lê em ê mal bi mal bigerin. Em ê bibêjin k ev sîstema nû ji bo gel û bewariyan tiştekî neyne." 'AKP JI BO BERJEWENDIYÊN OLÎ BI KAR TÎNE' Dogan destnîşan kir ku têkoşîna azadiya gelan nikare bê rawestandin û wiha berdewam kir: "Li cihanê destkeftiyên cidî hene. Bila Rojava bibe mînek. Paradîgmaya neteweya demokratî ji bo gelên Rojhilata Navîn hêviyek e." Dogan da zanîn ku AK Partî ol ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û wiha axivî: "Em bi îxtidarekî ol xirab bi kar tîne re rû bi rû ne." Dogan destnîşan kir ku elewî wekî berê belav nînin êdî xwe rêxistin kirine û aqil û polîtîkaya hevpar pêş xistine û ev yek ji bo bawerî û gelan destkeftiyek e, ji ber ku tevgera kurd û tevgera elewî bi hevre têdikoşin ev yek sîstemê gelek tengav dike. 'EM RED DIKIN' Dogan diyar kir ku elewî her tim daxwaza xwe ya bi komara demokratîk de hevre jiyanê anîne ziman û ji ber ku dewletê amûrên nû yên asîmîlasyonê xistiye dewreyê ev yek elewiyan difikirine. Dogan wiha axivî: "Di vî mijarê de nerazîbûnên cidî çêbûn. Lê elewî elewiyên berê nîne. Elewî polîtîkayên ku heta niha hatine tunehesibandin red kirine. Ji ber vê yekê saziyên xwe ava kirin." Dogan wiha got: "Li vî welatî em hevre şertên bihevre jiyanê ava bikin. Wekî peymana civakî em qanûna esasî ya nû çêbikin. Di vî qanûna esasî de bila desthilatdariya tu hêzê neyê pênasekirin. Di qanûna bingehîn a ku hemû reng bên cem hev û çêkir de dê pirsgirêkên tu kesan nebe."