Erdogan got terorîst in, Kurtulmuş got ne terorîst in 2017-02-13 16:43:00 ENQERE - Berdevkê hikûmetê Numan Kurtulmuş, dijberî gotina Serokomar Erdogan a "Hemû kesên bêjin 'Na' kesên li cem qandilê û darbeyê 15'ê Tîrmehê cih digirin" axivî û wiha got: "Her kesên bêjin 'Na' ne terorist in." Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş, piştî civîna Lijneya Wezîran a di serokatiya Serokwezîr Bînalî Yildirim de li Koşka Çankaya pêk hat, civîna çapemeniyê pêk anî. Kurtulmuş, bal kişand ser sazkirina Ajansa Uzayê û wiha got: "Pir şikir êdî Tirkiye di rewşa îktîsadê de hatiye asta ku Ajansa Uzayê saz bike ferz bûye. Di vî milî de xebatên me dê zêde bibin. Ev daxwaza qanûnê dê bê meclîsê. 'PKK YPG û DAÎŞ JI BO TIRKIYE GEF IN' Kurtulmuş, bal kişand ser operasyona Babê ku di rojên dawî de gelek leşkerên TSK'ê lê hatin kuştin û wiha got: "Divê berî her tiştî mirov bi çavê pêdiviya ewlehiya nenteweyî ya Tirkiye li vê operasyonê binere. Ji wir fuze û roketan davêjin. Êrîşên li dijî Tirkiye berdewam kirin. DEAŞ, PKK, YPG li dijî Tirkiye gefan dixwin. Ji ber vê yekê operasyonên li Cerablusê dest pê kir, heta El Babê berdewam kir. Em hevî dikin ku bi hevkariya OSO û Artêşa Tirk ev operasyon bi encam bibe." ERDOGAN TIŞTEK KURTULLUŞ TIŞTEK GOT Kurtulmuş, gotina Serokomar Erdogan a "Yên dibêjin 'Na' kesên li pişt darbekarên 15'ê tîrmehê ne' bi gotina "Her kesên dibêjin 'Na' ne terorîst in. Di nava vê kampanyayê de yên bêjin 'Erê' jî û yên bêjin 'Na' jî hene. Divê gotina Erdogan şaş neyê fêm kirin.