Onder: Kurd dê hesabê bajarên hatiye xerakirin di sindoqê de bipirsin 2017-02-14 13:35:13 ENQERE - Sirri Sureya Onder di civîna koma partiya xwe ya heftenayen de diyar kir ku dê gelê kurd ê ku bajarên wana hatine hilweşandin, ji nexşeyê hatine rakirin û cenazeyên wan li erdê hatine hiştin di sindoqê de hesab bipirse. Di civîna koma Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) de vê hefteyê Parlamenterê Enqereyê Sirri Sureya Onder axivî. Ji Enqere, Aydin û Marmarîsê gelek kes beşdarî civînê bûn. Axaftina ku Onder di civînê de kir wiha ye: ‘KURD LI BENDA ROJA DI SINDOQAN DE HESABÊ BIPIRSININ’ “Îro roja hezkiriyane; Ez dixwazim helbestekê diyarî hevalên me yên li girtîgehê ne bikim. Kesê ku evînê nizanibe, şer jî nizane yê ku şer nizane evînê jî nizane. 50’emîn salvegera avakirina DÎSK’ê bû. Duh gelek rêveberên me dawetî wê civînê hatin kirin. Me hemûyan bi hevre çoşa ked û têkoşînê jiya. Di van rojan de meylek mehdekirî heye. Bi giştî di HDP’ê de bi taybet li dijî gelê kurd bi xwastek yan bê xwestek heqaretên tên dobare kirin hene. Ya yekemîn nêrînek ku dibêje ‘Hûn zêde di nava kampanyaya na de cih negirirn. Ligel kesên din ên dibêjin na zêde neyên dîtin’ bêyî biwestin tên dubarekirin. Ev di rastiya xwe de kurdan wekî mirov ne hesibandine. Ji ber di mejî de ji mirovan nabînin wekî hilbijêr jî nahesibînin. Gelê kurd ê ku malên wan hatin hilweşandin, bajarên wan ji nexşeyê hatin jêbirin, cenazeyên wan li erdê hatin hiştin û ji can û malê xwe bûne li benda roja hesab pirsînê ne. Ew roj jî roja ku sindoq tên danîne. Ew kesên ku mejî di serê wan de tune ne û xwe wekî demokratan dibinin, ji kurdan re dibêje ‘tu li derdorê nesekine em NA’yê derxînin’. ‘BILA HEMÛ CÎHAN BIBIHÎSE EM Ê NA’YÊ BIRÊXISTIN BIKIN’ Ya duyemîn jî dixwazin nêrîna di HDP’ê de nîqaşên boykotê hene ava bikin. Lê ger tu nan bavêjî ber pez dê dengê xwe bibire. Yek ji rewşa kurdan ji mirov nehesibandinê jî eve. Lê bila hemû cîhan bibihîse em ê NA’yê birêxistin bikin. Di vê behra xururê de tu karê me bi kesên ku qolaç diavêjin re tune ye. Gel kesên ku têkoşînê dimeşînin ji çavên wan nas dikin. Ev mesele meseleya rasteqînbûn û nebûnê ye.”