Nivîskarê Aydinlikê: Lêkolîn diyar dikin ji sedî 90'ê MHP'ê 'Na' ye 2017-02-15 10:22:10 ENQERE - Nivîskarê Rojnameya Aydinlik Sabahattîn Onkibar ku pirtûka wî ya têkildarî Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî hat komkirin, diyar kir ku dêberî berferandumê li dijî Devlet Bahçelî suikastek çêker pêk bê û di dijî MHP yên bêjin 'Na' dê operasyon pêk bê. Nivîskarê Rojnameya Aydinlikê Sabahattîn Onkîbar, ku beriya niha der barê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî de pirtûka bi navê "Der barê Ulkucuyan de tiştek" nivîsand û pirtûka wî hat komkirin, diyar kir ku dê beriya referandumê li dijî Serokê MHPê Bahçelî sûîkastek çêker pêk bê û piştî vê yekê li dijî MHP'iyên bêjin "Na" dê operasyon pêk bê. Onkibar, anî ziman ku kadroyên di ser Meral Akşener re kampanya “Na' dimeşînin dê bên girtin û wiha got: Ne tenê Devlet Bahçelî, hemû cenaha dibêjin 'Erê' di panîkê dene. Li gorî hemû lêkolînan ji eniya MHP'ê ji sedî 90 dibêje 'Na'. Herî dawî di anketa Metropolê de jî ji sedî 88 got Na' Ev tê wateya ku yên dibêjin "Erê" dê di referandumê de têkvin zorê. Ji ber vê yekê dê dest bi taarûza dezenformasyonê bikin. Ez balê dikişînim û dibêjim dê li dijî Bahçelî suikastek çêker pêk bê. Armanc dikin ku bi vê suikastê Bahçelî mexdûr bidin nîşan dan û operasyona li dijî kesên dibêjin "Na" rewa bikin. Piştî suîkasta naylon û vala wekî FETO dê bi çend îtîrafên vala navên hatine dayîn tevan bigirni. Ger ku şanoya Suikastê serkeftî pêk nînin jî dê disa dest bi operasyonê bikin. Di serî de Meral Akşener û hemû kesên muxalif ên pêşengê MHP'ê dê para xwe ji operasyonê bigirin". Em rojnamegerên serbixe ne. Em li gorî zagonan karê xwe dikin. Di nivîsê me de reşkirin tune. Tu armanca me ya em kemînan dînin û gefan bixwin jî tune ye.