Nameya Demirtaş a CPT’ winda ye 2017-02-15 14:10:33 ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê û Berpirsiyarê Têkiliyên Derve Hişyar Ozsoy, diyar kir ku nameya Hevserokê Gîştî ya Selahattin Demirtaş ku ji CPT re şandibû winda ye. Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê û Berpirsiyarê Têkiliyên Derve Cîgirê Hevserokatiya Giştî Hişyar Ozsoy, li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Ozsoy, di civîna çapemeniyê de diyar kir ku nameya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş bi awayekî girtî bi APS'ê ji Saziya Komîteya Astengkirina Îşkenceyê (CPT) re şandibû hatiye astengkirin. Ozsoy, anî ziman ku Demîrtaş ji rewşa xwe zêdetir rewşa parlamenterên li Girtîgehên Kandira û Silivrî bi awayekî fireh nivîsandiye û şandiye. Ozsoy, anî ziman ku Demîrtaş di 15'ê Kanunê de name daye rêveberiya girtîgehê û 2 meh derbas bûn hêj negihiştiye navnîşanê û wiha got: "Ji bo aqûbeta nameyê me serî li rayedarên PTT'ê dan. CPT'ê jî li ser şîrketên Fransayê lêkolîn kirin. Lê niha name winda ye. Em dê têkildarî vê mijarê kar û barên hiqûqî bidin destpêkirin. HEYET RASTÎ ASTENGIYÊN WEZÎRAN TÊN Ozsoy, anî ziman ku hem ji hundirê welat û hem jî ji dervê welat gelek heyet dixwazin li girtîgehan ziyaret pêk bînin û rastî astengiya Wezareta Dadê tên. Lê heta niha heyetek jî nekarîye hevdîtinan bike. Ji wezareta Dadê bersîv ne erênî û ne jî neyînî dernakevin. Serokê Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropa û wekîlên koman jî di navde Komîteya Serokatiyê 2 mehin serlêdanan dikin û dixwazin biwekîlan re hevdîtin bikin. Bi taybetî dixwazin girtîgeha Edîrneyê ziyaret bikin. Lê ji ber ku serlêdanên wan ên Wezaretê nayên berivandin ziyareta xwe taloq dikin. ne tenê Heyeta AKPM'ê heyetên bê hêjmar serî li Wezareta Dadê dan. Lê bersîv bê encam dimîne. Em vê rewşê şermezar dikin û dixwazin Wezareta Edaletê li gorî edaletê tev bigere." JI AGCA RE DESTÛRA TAYBET JI MERE ASTENGIYÊN TAYBET Ozsoy, anî ziman ku Wezareta Dadê ji bo ku Mehmet Ali Agca li Girtîgeha Bolu bi Alaattin Çakici re hevdîtin bike destûra taybet derxist û ji bo parlamenter û Hevserokên wan qedexe dikin. Parlamenterên CHP'ê hem rojnamegeran û hem girtiyên din ziyaret dikin. Lê ji bo HDP’ê heq û hiqûq nayê dayîn. Dema Mehmet Agar girtî bû bi sedan mirov diçûn bi wî re hevdîtin dikirin. Lê hevserokên me nehatine cezakirin û ji ber axaftinên xwe tên darizandin. Dema Erdogan li Girtîgeha Pinarhisarê bû bi 10 hezaran kesan re hevdîtin kir. " HEVSEROK Û ŞAREDARÊN ME JI BO LI DIJÎ ERDOGAN IN GIRTÎ NE Ozsoy, herî dawî anî ziman ku Hevserokên HDP'ê parlamenter û hevşaredarên wan ne ji ber ku sûc kirine girtî ne û ji ber ku li dijî pergala Erdogan a Serokdewletiyê derketine hatine girtin û ziyaretên wan tên astengkirin û wiha got: "Di 3 rojinê dawi de bi sedan endam û rêveberên me hatin binçavkirin. Dixwxazin HDP'ê bînin asta ku nikaribe bixebite. Dixwazin di vê pêvajoya referandumê de têkiliya hevserok, parlamenter û hevşaredarên me bi tevahî ji civakê qut bikin."