40 gardiyanan êrîşî Hevşaredara Serayê kirin 2017-08-10 01:24:37 XARPÊT - Hevşaredara Serayê Zîlan Aldatmaz ya li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê tê girtin, rastî êrîşa 40 gardiyanan hat. Gardiyanan ew ji derenceyan avêt û tiliya wê şikandin. Hevşaredara navçeya Serayê ya Wanê Zîlan Aldatmaz, li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê ji aliyê gardiyanan ve hat derbkirin. Li gor agahiyên parêzerê Aldatmazê Resûl Aslan da, gardiyanên ji bo jimartinê hatin qawîşê ji girtiyên li qatê jor xwestin dakevin jêrê û li ser vê yekê niqaş derket. Aslan, anî ziman ku ji ber girtiyek nimêj dikir û daneket jêrê gardiyanan gotiye "Em dizanin em ê we çawa daxînin" û bi vî awayî mudaxileyî girtiyan kirine. Aslan, diyar kir ku girtiyan li hemberî êrîşa gardiyanan li ber xwe daye û nêzî 40 gardiyan ketine qawîşê û girtî derb kirine. Aslan, dest nîşan kir ku di êrîşê de muwekîla wî Aldatmaz li qata jor bûye û gardiyanan bi taybetî ew hedef girtiye û wiha got: "Dema muwekîla min Zîlan Aldatmaz ji nêrdewanê avêtine destê wê yê çepê derb bûye û tiliya wê ya ya hungulîskê ya destê çepê şikiyaye. Canê wê mor bûye." Aslan, anî ziman ku muwekîla wî gilî kiriye û gardiyanan jî bi hinceta "muqawemetiyê" giliyê Aldatmaz û girtiyê din kirine. WÊ NEBIRIN REVÎRÊ Aslan, anî ziman ku ji bo morayiya canê wê biçe mafê revîrê ya muwekîla wî bi derengî hatiye xistin. Aslan, dest nîşan kir ku bûyer du hefte berê qewimiye. Hat diyarkirin ku gardiyanan di bin çavdêriya mudurê girtîgehê de êrîşî girtiyan kiriye.