‘Pêwîste înfaza Baskak a 9 mehî ducanî bê taloqkirin’ 2017-08-10 09:08:02 MÊRSÎN – Li Mêrsînê Remziye Baskak a 9 mehî ducanî ji ber cezayê wê hatibû erêkirin hat girtin. Parêzerê Baskak Alî Bozan nerazîbûn nîşanî girtinê da û got ku pêwîste înfaza wê ji aliyê dozgeriyê ve bê taloqkirin. Li taxa Demîrtaşa navçeya Toroslara Mêrsînê di 5’ê tebaxê de jina ku 9 mehin ducaniye Remziye Baskak hat binçavkirin. Baskak bi hinceta “Alîkariya rêxistinê kiriye” 2 sal û 6 meh cezayê berê yê girtîgehê lê hat birîn. Piştî biryara girtinê ji Baskak re hat xwendinê ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê. Parêzerê Baskak, Alî Bozan diyar kir ku muwekîla wî ji ber ku di sala 2005’an de beşdarî daxuyaniyeke çapemeniyê bûye ceza lê hatiye birîn û ev ceza ji aliyê dadgeha bilind ve hatiye erêkirin. Bozan bibîr xist ku muwekîla wî 9 mehî ducaniye û got: “Ji ber daxuyaniyeke çapemeniyê heke ku cezayê ‘alîkeriya rêxistinê’ tê birîn bi serê xwe bêhiqûqî û sosrete.” 'DIVÊ KU ÎNFAZ BÊ TALOQKIRIN’ Bozan da zanîn ku di çarçoveya qanûna înfazê divê dozger înfazê rawestîne û wiha doman: “Lê heta îro tu hewldanek dozger çênebûye. Ji bo ku Remziye Baskak di di nav şert û mercên baş de biweliede em ê ji bo taloqkirina înfazê serlêdan bikin.” Bozan anî ziman ku jinek 9 mehî ducanî di nav şert û mercên Girtîgeha Tarsûsê de welidandina wê ne mimkûne û ew li bendê ne serlêdana wan ji bo taloqkirina ceza erênî lê bê nêrîn. 'JIYANA PIDIK Û DAYIKÊ BI XETER E’ Serokê Odeya Tabîbên Mêrsînê Dr. Ful Ugurhan jî wiha got: “Rojên dawî yên ducaniyê dijî. Ji ber vê jî divê ku rewşa wê baş bê kontrolkirin û tenduristiya wê baş be. Şertên girtîgehê ji rewşa ducaniyê re ne guncave. Dibe ku ji ber şertên girtîgehê jiyana pidik û dayikê bi xetere be.”