Rektorê Zanîngeha Artukliyê: AKP’iyên Mêrdînê ‘dizin’ ez nûner im 2017-08-10 10:56:46 MÊRDÎN – Rektorê Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê Ahmet Agirakça û Serokê Danasîna Weqfa Mêrdînê Îbrahîm Sîncar li ser pêvajoya kongreya AKP’a Mêrdînê bi hev ketin. Rektor Agirakça di medya civakî de rêveberên AKP’a Mêrdînê bi diziyê sûcdar kir û got “Ez nûnerê Serokê gişti yê Mêrdinê me." Rektorê Zanîngeha Artuklu yê Mêrdînê Ahmet Agirakça û Serokê Danasîna Weqfa Mêrdînê Îbrahîm Sîncar li ser pêvajoya kongreya AKP’a Mêrdînê ka dê kî bibe namzet li ser medya civakî bi hev ketin. Sîncar li ser hesabê xwe yê Facebook’ê rektor Agirakça hedef da nîşan dan û got: “Ger ev rektor jî tev li siyasetê bûbun dê pir baş bibe. Çi eleqeya te heye? Namzetê ku tu ji bo AKP’a Mêrdînê nîşan didî kengê hatiye Mêrdînê? 40 sale li Stenbolê dijî û kolanek Mêrdînê jî nizane. Dê li kolanên Mêrdînê winda bibe. Destê xwe ji partiya me berde birayê min berde. Siyaset ne karê te ye.” REKTOR: EZ NÛNERÊ SEROKÊ ME YÊ GIŞTÎ ME Li ser vê yekê rektor Agirakça jî li ser hesabê xwe yê twîtterê bersiv da Sîncar û wiha got: “Ez nûnerê Mêrdînê yê serokê me yê giştî me.” Agirakça rêveberên AKP’a Mêrdînê yên niha bi “dizî û mafyatiyê” sûcdar kir û pesnê Erdogan da.