Rojnameger Altan, Aşan û Çiftçî hatin berdan 2017-08-11 19:43:23 MÊRSÎN - Nûçegîhana me dîhaberê Berîvan Altan û xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demkorasî Zinet Aşan û Cemile Çiftçî yên hatibûn binçavkirin li dozgeriyê hatin berdan. Nûçegihana me ya dîhaberê Bêrîvan Altan ku di 10'ê Texabê de bi hinceta der barê wê de biryara girtinê heye hat binçavkirin, derxistin edliyê. Altan di şeva 10'ê Tebaxê de li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê di venêrîna rê de hat binçavkirin. Bi hinceta dosyeyeke der barê wê de hatiye vekirin Altan binçav kirin û birin Qereqola Polîsan a Teceyê. Piştî karê binçavkirinê Altan sewqî Edliya Mêrsînê kirin. Altan piştî dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî edliyê kirin. Altan li dadgehê piştî îfada da bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan. XEBATKARÊN OZGURLUKÇU DEMOKRASÎ AŞAN Û ÇÎFTÇÎ HATIN BERDAN Xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiye Zinet Aşan û Cemile Çiftçî ku di 1'ê Tebaxê de hatibûn binçavkirin îro sewqî dadgehê hatin kirin. Rojnameger Zinet Aşan û Cemile Çiftçi, piştî sewqî dozgeriya Komarê ya Mersîne hatin kirin, dozgeriyê bi şertê kontrola edlî Aşan û Çiftçî serbest berdan.